19:29 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê Çiyayê Kurmênc ji terorîstan paqij kir

    © Sputnik/ MİKHAİL VOSKRESENSKY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya balafirên Rûsyayê devera Rûsiyet el Dîbat li bakurê bajarê Lezqiyeyê ji destê çekdarên cihadîst û opozîsyonê derxistin.

    Navenda Nûçeyan - Li herêma Çiyayê Kurmênc (Cebel el Ekrad) a girêdayî parêzgeha Laziqiyêya Sûriyeyê, şer di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên cihadîst û yên opozsîyonê de berdewame û balafirên Rûsya jî wê deverê bombebaran dikin.

    Li çend navçeyên Çiyayê Kurmênc li bakurê Lezqiyeyê, hêzên hikûmeta Sûriye, bi piştevaniya çekdarên Hizbulaha Lubnanê, dest bi operasyonekê kirin, ji ber wê jî şer di navbera wan û çekdarên opozîsyona Sûriyê û çekdarên cihadîst de derketiye. Li gorî agahiyan, ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

    Balafirên rûsî jî pişta hêzên Sûriyê digirin û çeperên çekdarên opozîsyonê û yên cihadîst li Çiyayê Kurmênc bombebaran dikin.

    Li gorî agahiyan hêzên hikûmeta Sûriyê pêşve diçin û devera Rûsiyet El-Dîbat li bakurê Lezqiyeyê kontrol kirine.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya Lezqiyeyê didomîne
    Kerry, bi mijara Sûriyeyê gihîşt Moskovayê
    Artêşa Sûriyeyê baregeheke leşkerî rizgar kir
    Artêşa Sûriyeyê rêya terorîstan bi ser Tirkiyeyê ve birî
    Îran ji bo zedebûna hejmera leşkerên kuştî ji Sûriyeyê vedikişe
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Hizbullah, Çiyayê Kurmênc (Cebel el Ekrad), Lezqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de