17:55 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Li Rûmadiyê pevçûnên dijwar diqewimin: 37 DAIŞî hatin kuştin

    © AFP 2017/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Ev çend roj in Artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina bajarê Rûmadî operasyon daye destpêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarê Rûmadî yê Iraqê, di şerê çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqî de 37 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

    Fermandarî hêzên Iraqî li eniya Rûmadî, Mecîd Fetlawî ragihand, li rojhilatê bajarê Rumadî şerekî giran di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de derket.

    Mecîd Fetlawî da zanîn ku di wî şerî de herî kêm 37 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got, di nav wan de çend emîrên DAIŞê yên biyanî jî hene.

    Wî fermandarê artêşa Iraqê her wiha anî ziman ku balafirên şer ên Iraq û hêzên hevpeyman jî di şerê Rûmadî de alîkarî didan hêzên Iraqî.

    Li gorî fermandarên Iraqê, heta niha derdora 65%ê bajarê Rûmadî ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

    Rûmadî navenda parêzgeha Enbar a Iraqê ye ku mezintirîn parêzgeha sunî ya wî welatî ye.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Tu bi navê îxlalê balafira rûsî dixîne û diçe Iraqê dagir dike
    Artêşa Iraqê qira DAIŞê anî: Herî kêm 250 kuştî
    Sererkanê Pêşmerge: 'Çima Iraq ji bo DAIŞê 48 saet mohlet nade?'
    Mele Bextiyar: Leşkerên tirk serweriya Iraqê binpê dikin
    Talebanî ji bo Iraqê: ‘Bi prensîpa "başî bi başiyê" PKKê hembêz bikin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa ıraqê, Mecîd Fetlawî, Rûmadî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de