18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Teqîn

    Li paytextê 2 teqîn 3 kuştî 12 birîndar!

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1291 0 0

    Li paytexta Iraqê 2 teqîn çê bûn û di encama her du teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

    Bexda — Li gor çavkaniyekê ji Ofîsa Ragihandina Wezareta Navxwe ya Iraqê, îro 2 teqîn li bajarê Bexdayê qewimîn.

    Teqîna yekem li taxa Emîn a bajarê Bexdayê û di encama teqîna bombeyeke vedayî de derket. Di encama teqînê kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Herwiha li devera Cisir Diyala (Pira Diyala) a li başûrê rojhilatê bajarê Bexdayê, di encama teqîna bombeyeke vedayî de 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

    Di 2 meha Mijdar a 2015ê de) raporek derbarê hejmara kuşti û birîndarên şer û aloziyên li Iraqê de belav kir.

    Li gor wê rapora Nûneratiya Rêxistina Netewên yekbûyî li Iraqê (UNAMI), ji ber şer û pevçûnên li Iraqê di meha Cotmehê de zêdetirî 1 hezar û 700 kes kuştî û birîndar hebûne.

     

     

    Etîketan:
    UNAMI, birîndar, mirin, kuşti, teqin, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de