09:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEMê

    Ji Meclisa TEV-DEMê banga piştgiriyê

    © Foto: bestanuce1
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47810

    Hevserokatiya Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên Dewleta Tirkiyeyê şermezar kir.

    Xwepêşandan
    © AFP 2017/ / ILYAS AKENGIN
    Navenda Nûçeyan — ANHAyê diyar kir ku Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEMê ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê bang li raya gîştî kir ku li hemberî dewleta tirk piştgiriyê bidin berxwedana kurdên Tirkiyeyê.

    Hevserokatiya TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê kurd di nava dîrokê de rastî gelek siyasetên asîmîlekirina çandî û netewî hatiye û yek ji aliyên ku ew siyaset li ser wan dimeşandin jî Dewleta Tirkiyeyê bû û wiha hat gotin: ‘Dewleta Tirkiyeyê bi riya kuştin, komkujî û kiryarên li hember sivîlan mafên rewa yên vî gelî jê standin.'

    Hevserokatiya Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Efrînê berxwedana dîrokî ya gelê kurd silav kir û bang li hêz û partiyên Kurdî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê da ku dorpêça li ser vê herêmê were şikandin.

    Bi heman mijarî:

    Wênedanka Sûrê: 'Bangewazî ji bo huzûrê'
    Li Sûrê teqîn û şerê dijwar berdewam e
    Qedexeya li ser navçeya Sûrê rabû
    Li Sûrê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Cizîr, Nisêbîn, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de