18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Devlet Bahçeli

    Devlet Bahçeli: ‘Ha Ocalan, ha Barzanî’

    © Foto: Mehmet Ali Ozcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6511

    Devlet Bahçeli îro li civîna partiya xwe gotin anî ser serdana Barzanî ya li Tirkiyayê û got ku tu ferq di navbera Barzanî û Ocalan de nîn e.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli derbarê Serokê Herêma Kurdistanê û serdana wî ya li Tirkiyayê de wiha got: ‘Hema hema pêwendiyên me bi Iraqê re nemane û Barzanî bi pêşwaziyeke germ tê hembêzkirin. Barzanî bi rehetî dikeve nava mehrema dewletê, bi saziya îstixbaratê û hêzên taybet ên leşkeriyê re hevdîtinê pêk tîne.’

    Bahçeli pêşwazîkirina bi alaya Kurdistanê jî rexne kir û got ku Erdogan sala 2007an Barzanî muxatab nedigirt, hevkarê terorîstan dihesiband û niha jî bûye dostê wî yê herî nêzîk. Ji bo petrol û bazirganiyê heriyê xwe heta ser piştê jê re vekiriye.’

    Serokê MHPê hevkariya li dijî terorê ya bi Barzanî re jî bi zimanekî tûj wiha rave kir: ‘Barzanî kujerê bi hezaran tirkmanî ye û pê re derbarê hevkariya li dijî terorê de hatiye axaftin. Barzanî kî ye ku vî karê girîng pê re diaxivî? Ha Ocalan, ha Barzanî! Ma çi ferq di navbera wan de heye.’

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Tenê bi cebheyekî hevpar em dikarin terorîzmê têk bibin
    Salih Mislim: Çûna Tirkiyeyê ya Mûsilê xewna dewlata osmanî ye
    FLAŞ İDIA - Li Nîjeryayê bi 100an şiî hatin kuştin
    Li Amedê şer, pevçûn û êriş didomin
    Bi pêşengiya Erebistanê 'koalîsyona welatên misilman' hat ragihandin
    Rûsya wê bikaribe biryarên DMMEyê li dijî makeqanûna xwe îlan bike
    Etîketan:
    terorîst, hêzên taybet ên leşkerî, saziya îstixbaratê, hevkariya li dijî terorê, MHP, Devlet Bahçeli
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de