11:57 27 Nîsan 2018
    kongreya PYDê

    PYD: ‘Êrişên li Til Temir nîşaneya têkçûna çeteyan e'

    © Foto : PYD Navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa PYDê ya Til Temirê êrİşên li bajêr şermezar kir û diyar kir ku ev êrİş nîşaneya têkçûna çeteyan e.

    Navenda Nûçeyan — Meclîsa PYDê ya bajarê Til Temirê, der barê êrîşên ku li dijî bajarê Til Temirê pêk hatin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Li gorî, nûçeya ANHAyê meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vê êrişa ku li dijî welatiyên sivîl de, xwîna hemû pêkhateyan tevlî nava hev bûye û wiha domandin: ‘Ev yek jî diyar dike ku yekbûna pêkhateyan, jiyana hevbeş û biratiya gelan ku hemû ji berhemên şoreşa 19ê Tîrmehê û  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, êdî komên terorîst û alîgirên wan dixe fikaran. Têkiliya gelek welatên herêmê ya bi komên çete yên ku dijminahiyê li biratiya gelan dikin re êdî eşkere bûye.'

    Di daxuyaniyê de ev êrîşên ku li Til Temirê pêk hatin rasterast girêdayî rewşa aloz a ku Sûriyê tê re derbas dibe ye û ev tişt hat gotin:  ‘Em nikarin van êrîşan ji rewşa Sûriyeyê cuda bikin. Ew hêzên ku li Sûriyeyê di nava şer de ne negihiştin ti çareseriyê û rewşa Sûriyeyê hîn girantir dikin. Hin alî îdîa dikin ku nêzî çareseriyê bûne, lê ew hîn aloziyê kûrtir dikin.'

    Di berdewamiya daxuyaniyê de jî bal hat kişandin ser Kongreya Sûriyeya Demokratîk ku di  navbera 8-9ê Kanûna 2015an de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: ‘Ev kongre gaveke girîng bû û diyar dike ku fikrê azad û şoreşa civakî ti carî nayê tinekirin. Tevî hemû rengên ambargoyê û êrîş û kiyarên hovane yên çeteyan, gel ji berxwedana li hember desthilatdariyê venegeriya û ji bo guhertinê kar dike. Ev êrîşa çeteyan a ku li Til Temirê pêk hat jî delîla îflasa çeteyan û têkçûna wan e.'

    Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: ‘Em weke Meclîsa PYDê ya bajarê Til Temirê van êrîşên hovane şermezar dikin. Em soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê heta gihandina doza wan a serketinê û pêkanîna azadiya civakî li tevahiya Rojava û Sûriyeyê, têkoşîna ku wan daye destpêkirin, bidomînin. Em sarsaxiyê ji malbatên şehîdan re û şîfaya acîl jî ji birîndaran re dixwazin.'

    Bi heman mijarî:

    Barzanî êrîşa li ser Til Temirê şermezar kir
    KCKê: ‘DAIŞ li Til Temirê bi piştgiriya dewleta tirk komkujî pêk anî'
    Bîlançoya Til Temir hat eşkerkirin
    Li Til Temirê teqîn: 25 kuştî 122 birîndar!
    DAIŞ dêrek li Til Temir bi temamî rûxand
    Etîketan:
    PYD, DAIŞ, Til Temir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de