14:54 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    YPGê diyar kir ku di operasyoneke li çerxerêya Cendol a Helebê 2 çeteyên El Nusrayê hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Anfê Navenda Çapemeniyê ya YPGê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

    ‘Êrîşên çeteyên El Nûsra yên ku di 8ê Kanûnê danê nîvro ji çeperên xwe yên li Sekin Skeyf, çarxerêya Cendol û rêya Kastello bi topên hawanan li ser taxa Şêx Meqsûd a Halebê dabûn destpêkirin, heta danê êvarê berdewam kirin.

    Di şeva 8ê Kanûnê de hêzên me li dijî nuqteyên çeteyên El Nûsra yên li derdora çerxerêya Cendolê operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.

    Di 9ê Kanûnê de hêzên me di milê rojavayê çiyayê Kizwanan de bi armanca paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyên DAIŞê, operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de mayînên ku di xetên derbasbûna sivîlan de hatibûn çandin hatin bêbandorkirin.'

    Bi heman mijarî:

    YPGê bîlançoya şerê meha Mijdarê eşkere kir
    Şervanê YPGê rastî binçavkirin û lêpirsîna polêsê Awustralyayê hat
    Di nava YPGê û komên cihadîst de agirbes hat îlan kirin
    YPG: Ji ber topên çeteyên El Nusrayê 10 welatiyên sivîl jiyanên xwe ji dan
    YPG: ‘12 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek birîndar ket dest'
    Etîketan:
    El Nusra, YPG, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de