13:58 18 Sibat 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, tîmên taybet

    Nûçegîhanê DÎHAyê bi bombeya gazê birîndar bû

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku polêsan nûçegîhana DÎHAyê Beritan Îrlan ku dema li Amedê nûçe dişopand hedef girt û bi bombeya gazê ji piyê wê birîndar kir.

    Amed - Qedexeya derketina derve li navçeya Sûrê di roja 8an de didome.

    Girseya ku bi boneya dorpêça Sûrê şermezar bike li Qada Gaziler a Peyasê kom bûn û çalakî pêk anîn. Nûçegîhana DÎHAyê Berîtan Îrlan jî dema nûçe dişopand bi guleya polêsan ji piyê xwe birîndar bû.

    DÎHAyê ragihand ku polês hedef girt û bombeya gazê avêt Beritan Îrlan.

    Hate zanîn ku Îrlanê ku ji piyê xwe yê rastê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. 

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Barzanî û Erdogan bi dawî bû
    Ji Wezareta Tirkiyeyê hişyariya seyahetê
    Dermanê derdê siyaseta Enqereyê li Hewlêrê tê firotan
    Muslim: ‘Armanca Tirkiyeyê ya sereke parastina têkiliya bi DAIŞê re ye'
    Kurdên Deryaya Spî bi komên çekdar li ber xwe didin
    Etîketan:
    DÎHA, Berîtan Îrlan, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de