06:51 18 Hezîran 2018
Kongreya Sûriyeya Demokratîk

Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê ji 42 kesan pêk were

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk a ku li bajarê Dêrikê tê lidarxistin, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ji 42 kesan pêk tê, wê bê avakirin.

Dêrik - Li goî nûçeya Anfê, 42 kursiyên li Meclîsê, li komên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên beşdar bûne belav dibe.

Kursiyên Meclîsê yên li komên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên beşdar bûne belav dibin, wiha ne:

Nûnerek ji Şepêla Genim, 2 Nûner ji Koma Ehidê Rûmet û Mafnasiyê, 13 Nûner ji Partiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, 3 Nûner ji Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, 3 Nûner ji Kalisyona Niştîmanî Kurdî Sûrî, 2 Nûner ji Meclîsên Herêma El-Şehba, Nûnerek ji pêkhateya Tirkmen, Nûnerek ji pêkhateya Asûrî, Nûnerek ji pêkhateya Suryan, Nûnerek ji pêkhateya Ereb, Nûnerek ji pêkhateya Êzîdî, Nûnerek ji Ciwanan, Nûnerek ji partiya Nûjen a Demokratîk, Nûnerek ji Partiya Baas a Demokratîk Sosyalîst a Sûriyeyê, Nûnerek ji Êlên Ereb, Nûnerek ji Êlên Kurd, Nûnerek ji Çiyayê Ereban, Nûnerek ji Koma Niştîmanî Sûrî û 5 Nûnerên serbixwe.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin ji bo kesayetên serbixwe 5 kursî hatine veqetandin û ew ê di nava xwe de nûnerên xwe diyar bikin.

Her wiha agahiyan ji herêmê destnîşan kir ku wê di saetên pêş de derbarê encama kongreyê de civîneke çapemeniyê bê li dar xistin.

Bi heman mijarî:

Hejmara kuştiyên Artêşa Îranê: 500 leşker û 40 serbaz
Pamela Anderson li paytexta Rûsyayê Moskovayê ye
Dermanê derdê siyaseta Enqereyê li Hewlêrê tê firotan
Artêşa Iraqê: Me kordînatên leşkerên Tirkiyeyê wergirtin
Etîketan:
Kongreya Sûriyeya Demokratîk, Dêrik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de