08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Hejmara kuştiyên Artêşa Îranê: 500 leşker û 40 serbaz

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê ya ku zanyariyên xwe spartine ajansên îranî ji destpêka krîza Sûriyayê pê ve hejmara kuştî û birîndarên pasdarên îranî derketiye asteke bilind.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agehiyên berdest, di şerên li derdora Heleb û Laziqiyê de 11 leşker û fermandarên îranî hatine kuştin.

    Ajansa Tansim ya îranî diyar dike ku di nava van 11 kuştiyan de, serbazê payebilind Setar Mehmûdî jî heye ku fermandarekî Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê ye.

    Li gorî nûçeyê, Mehmûdî bi erkeke şêwirmendiyê çûbû Laziqiyeyê; lêbelê di şer û pevçûnên li wê derê de hat kuştin.

    Ji aliyekî din ve Ajansa Nûçeyan a Farsê li ser zarê Fermandarê Yekîneya Kerbelayê, general Mihemed Hisên Babanî belav kiriye ku 4 fermandarên wê yekîneyê di şer û pevçûnên li Helebê de hatine kuştin.

    Heman ajansê diyar kir ku li Helebê general Hebîb Rûhî jî hatiye kuştin.

    Li gor ajansên navxweyî yên îranî, ji destpêka krîza Sûriyê heta îro 500 leşker û 40 fermandarên payebilind ên îranî di şer û pevçûnên li Sûriyayê de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Barzanî û Erdogan bi dawî bû
    Nûnerên gelek netewe û baweriyan bi rengên xwe beşdarî kongreyê bûn
    MHP: ‘Armanca Barzanî Kurdistana mezin e’
    Ji Wezareta Tirkiyeyê hişyariya seyahetê
    Etîketan:
    hejmara kuştî û birîndaran, Yekîneya Kerbelayê, Mihemed Hisên Babanî, Setar Mehmûdî, Sûriya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de