14:38 25 Sibat 2018
Zindî
    Barzanî û Erdogan li Koşka Spî

    Hevdîtina Barzanî û Erdogan bi dawî bû

    © T.C. Cumhurbaskanligi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê li Qesra Spî saet 19:30ê Tirkiyayê dest pê kir û bi qasî saetek 10 deqeyan kişand.

    Enqere —Li gorî agehiyên berdest piştî civîna ligel Erdogan, Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu re hevdîtinekê pêk bîne.

    Di ajandaya Barzanî ya roja pêncşemê de jî hevdîtineke ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Îsmet Yilmaz û civîneke ligel nûnerên partiyên kurdan heye.

    Di vê serdana Barzanî ya li Enqereyê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî refaqetiya wî dikin.

    Li gor bernameya serdanê, biryar e ku sibehê saet 16:00an Mesûd Barzanî ligel nûnerên partiyên kurdan re hevdîtinê pêk bîne û diyar e ku pirsa aştiyê ya di navbera Hikûmeta Tirkiyayê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê bibe mijara sereke ya danûstandinên Barzanî û rayedarên kurd. 

    Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya li Tirkiyayê de, dê derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyayê, pirsa gaza xwezayî ya Kurdistanê de bi rayedarên Enqerê re danûstandinan bike.

    http://www.tccb.gov.tr/assets/video/2015/2015-12-09-mesudbarzani.mp4

    Bi heman mijarî:

    MHP: ‘Armanca Barzanî Kurdistana mezin e’
    HDPê derbarê ziyareta Barzanî de çi got?
    Tirkiye bi ala Kurdistanê Barzanî pêşwazî kir
    HDP dixwaze bi Barzanî re hevdîtinekê bike
    Serokwezîrê Iraqê ji Barzanî rica kir
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Recep Tayyip Erdogan, Mesûd Barzanî, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de