00:23 19 Hezîran 2018
Ala MHPê

MHP: ‘Armanca Barzanî Kurdistana mezin e’

© Foto : Flickr
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Parlamenterê Dîlokê yê ji Partiya Xebatê ya Neteweperest (MHP) Umit Ozdag li Meclisa Tirkiyayê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê rojeva Tirkiyayê û serdana fermî ya Barzanî de axivî.

Enqere —  Parlamenterê MHPê Umit Ozdag got ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Tirkiyayê xetereyek e û aramanca wî avakirina Kurdistaneke mezin e.

Ozdag diyar kir ku armanca Barzanî parçekirina Iraqê ye; lêbelê ew dê vê daxwaza xwe di demeke dirêj de hêdî hêdî pêk bîne.

Parlementerê tirk di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Armanca Barzanî Kurdistana mezin e û ne dostê Tirkiyayê ye. Ew tenê dostê beşeke der û dorên AKPê ye.'

Umit Ozdag wiha got: ‘Mirov dikare bibêje ku Barzanî ji bo Tirkiyayê tehdîdek e. Divê tenê piştgiriya polîtîkayên ku yekîtiya axa Iraqê diparêzin were kirin. Bi vê mebestê em ê hertim hikûmetê hişyar bikin.’

Bi heman mijarî:

Li Sûrê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
Ji Wezareta Tirkiyeyê hişyariya seyahetê
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê li Hewlêrê bûro vekir
Heyeta PEyê li Amedê ye
Pamela Anderson li paytexta Rûsyayê Moskovayê ye
Talîbanê êrişî Kandaharê kir: Herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn
Etîketan:
Kurdistana mezin, MHP, Umit Ozdag, Tirkiya, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de