18:25 25 Sibat 2018
Zindî
    Alaya HDP

    HDPê ew îdia derewandin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Ji Nûnertiya Hewlêr a HDPê Şîlan Emînoglû diyar kir ku ziyareta Demirtaş û Kurkçu ya ji bo Hewlêr bi awayekî li gor planan temam bû.

    Hewlêr - Nûnertiya Hewlêr a HDPê, têkildarî ziyareta Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û Hevberdevkê HDKê û Parlementerê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu nûçeyên ku ji ber bomberdûmankirina Qendîlê ziyareta xwe di nîvî de hiştiye û vegeriyaye Tirkiye derewand.

    Ji Nûnertiya Hewlêr a HDPê Şîlan Emînoglû diyar kir ku ziyareta Demirtaş û Kurkçu ya ji bo Hewlêr bi awayekî li gor planan temam bû.

    Emînoglû destnîşan kir ku nuçeyên di gelek malperên li Başurê Kurdistanê hatine weşandin ên ku dibêjin ‘Ji bo bi Barzanî re hevdîtinê pêk bînin, ziyareta xwe di nîvî de hiştin' ji rastiyê dûr in û derew in.'

    Emînoglû wiha got: ‘Bernameya Birêz Selahattîn Demîrtaş û Birêz Mesût Barzanî jî diyar bû. Eger di bernameya Hevserokê me de hevdîtina bi Birêz Barzanî re hevdîtinê hebûya, an ne dihat Başûr, an jî li vir hevdîtin wê pêk baniya. Ev îdîa hemû ne rast in.'

    Şîlan Emînoglu bal kişand ku nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de ‘Ji ber Qendîl hate bomberankirin bernameya xwe di nîvî de hişt' ti nêzîkatiya wan nûçeyan bi rastiyê re tineye. Emînoglû ragihand ku Birêz Demîrtaş û Kurkçu bernameya xwe temam kir û wiha got: ‘Tiştek di nîvî de mayî tineye. Hevserokê me yê Giştî û Birêz Kurkçu, di çarçoveya Kongreya HDPê de bi Nûnertiya me re nêrîn û pêşniyar parve kirin. Hervdîtinên pêwîst pêk anîn û vegeriyan.'

    Bi heman mijarî:

    HDPê derbarê ziyareta Barzanî de çi got?
    HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin
    HDP: ‘Ji ber ku nemirine tên binçavkirin'
    HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
    Baluken: ‘Esadullah dixwaze parlementerên HDPê qetil bike'
    Etîketan:
    HDP, Şîlan Eminoglu, Selahattin Demirtaş, Mesûd Barzanî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de