11:06 23 Hezîran 2018
Salih El-Lebwanî

El-Lebwanî: Aliyên komên terorîst çûne Riyadê

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dêrik- Nûnerê Şepêla Genim di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de Salih El-Lebwanî li ser kongreyê Riyadê nerînên xwe da anî ziman.

El-Lebwanî ji ANHAyê re ragihand û got ku piraniya beşdarên civîna Riyadê nûnertiya hêzên derve û daxwazên wan dikin û got: ‘Li ser esasê kesên ku beşdar bûne û navên ku hatine diyarkirin, piraniya kesên ku biryarên Civîna Cinevre qebûl nedikirin lê amade bûne. Ev yek nakeve xizmeta gelê Sûriye û çareseriya siyasî.'

El-Lebwanî destnîşan kir ku aliyan ev kongre gelek bi lez lidar xistine, hin aliyên girêdayî El-Qayîde û DAIŞê beşdar bûne. El-Lebwanî got: ‘Hin aliyên îslamî ku girêdayî El-Qayîde û DAIŞ'ê di kongreya Riyadê de ne. Hêzên herêmî û derve lez kirin. Urdin di civîna Viyanayê de hat erkdarkirin ku lîsteyekê derbarê hêzên nerîn ên opozîsyona Sûriyeyê de amade bike. Beriya ku Urdin vê yekê bike, hêzên herêmî lez kirin û kongre lidar xistin. Komên girêdayî hêzên derve ku piştgiriya terorê dikin amade bûne, ev yek dê bêhtir aloziyê kûr bike û tu çareseriya bi xwe re nîne û nikare gola xwîna bide sekinandin.'

Salih El-Lebwanî nijadperestî red kir û got: ‘Kesayet ji hemû parêzgehên Sûriyeyê hatine vexwendin, lê ev kes tu koka wan li van herêmên tune ye. Ev nûnertiya heqîqeta li ser erdê û gelê Sûriyeyê nakin.'

Nûnerê Şepêla Genim Salih El-Lebwanî bal kişand ser Kongreya Sûriyeya Demrokatîk ku li bajarê Dêrikê duh destpê kir û got: ‘Ev kongre ji bo yekîtiya hêzên opozîsyona Sûriyeyê hatiye liarxistin. Kongreya me kongreya çareserkirina demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê ye. Ev bi temamî dikeve xizmeta gel. Armanca me yekîtiya hêzên opozîsyonê ye. Ji bo çareserkirina vê aloziyê û avakirina dewleteke sivîl a pêşerojê ev bingeh e.'

Bi heman mijarî:

Matviyenko: Em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin
Medvedev, di weşana zindî de bersiva rojnamevanan dide
Etîketan:
El Qaide, DAIŞ, Salih El-Lebwanî, Sûrî, Riyad
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de