09:44 23 Hezîran 2018
Parlamentoyê Tirkiyê

Li Parlamentoya Tirkiyeyê niqaşa ‘Kurdistan'

© Foto : AA/Murat Kaynak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran di axavtina xwe ya parlementoyê de ji ber ku peyva ‘Kurdistanê' bi kar anî, rastî bertekên nijadperest ên MHPê û AKPê hat.

Enqere — HDP ji bo qedexeyên derketina derve, kuştina welatiyên sivîl û wêrankirina cih û warên dîrokî were lêkolînkirin pêşnûme da meclisê.

Derbarê pêşnûmeyê axavtinan dest pê kirin û Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran jî jo bo axavtina xwe çû ser dikê û axavtina xwe kir.

Dema Başaran axavtina xwe dikir ji ber ku peyva ‘Kurdistan'ê bi kar anî wekîlên AKP û MHPê bi awakî nijadperst bertek nîşanî vê yekê kirin û Cîgirê Serokê Meclisê yê AKPê Ahmet Aydin hişyarî da Başaran û got: ‘Peyvên ku me aciz kidin bi kar neynin.'

Li ser wê yekê Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken mafê axaftinê wergirt û got: ‘Beriya niha Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan jî vê peyvê bi kar aniye û ev di girdekên meclisê de jî cih girtiye.'
Aydînê AKPyî li ser besiva Balıken mecb3ur ma ûı got: ‘Hûn mafdar in.'

Ji hêla din ve pêşnûme bi dengên AKP û MHPê hate redkirin.

Bi heman mijarî:

HDPê derbarê ziyareta Barzanî de çi got?
Parlementerê HDPê: ‘Ku diyalog çênebe wê li hemû bajarên kurdan xendeq bên kolandin'
HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin
HDP: ‘Ji ber ku nemirine tên binçavkirin'
HDP: Rewşa leşkerê ji aliyê DAIŞê ve revandî çi ye?
HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
Etîketan:
TBMM, Ayşe Acar Başaran, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de