00:15 19 Hezîran 2018
Krîza mirovîn a Sûriyayê

Kongreya Riyadê ya dijbereya Sûriyayê îro dest pê kir

© AFP 2018 / Getty Images
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Kongreya Riyadê ya dijbereya Sûriyayê îro li otêla Riyad Intercontinentalê dest pê kir; derdora 100 kesayetên siyasî û 18 berpirsên komên çekdar beşdarî civînan bûn.

Navenda Nûçeyan — Kongreya Riyadê ya dijbereya Sûriyê biryar bû duhî dest pê bikira, lêbelê hinek aliyên beşdar civînên amadehiyê pêk anîn û kongre ji bo îro hat paşxistin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Karên Derve yên Erebistana Siûdî Usame Neqlî pêşwaziya beşdaran kir û ji rojnamevanan re ragihand ku duhî hinek kesayetan civînên cuda lidarxistibûn; lewre kongre îro bi awayekî fermî dest pê dike.
Li gorî agehiyên berdest Endamê Koalîsyona Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê yê ENKSê Fûad Elîko ligel şandeke kurd beşdarî civînan dibe.

Di vê navberê de naveroka biryarên Kongreyê gihiştin ber destê medyaya erebî û li gorî van agahiyan dijbereya sûrî li ser van xalan li hev kirine: ‘Parastina dewleta siyasî, yekitiya erdê Sûriyayê û derxistina biyaniyên şerkar ji xaka Sûriyayê.
Encamnameya fermî ya Kongreya Riyadê piştî kutabûna civînan dê bi daxuyaniyekê bê ragihandin.

Bi heman mijarî:

Deniz Baykal ji bo Tahir Elçî li Amedê ye
Li Şemzînanê operasyon
Ocalan: Barzanî dê li Tirkiyeyê behsa ava kirina Kurdistanê bike
Rûsya: Me ji deryayê û ji hewayê li DAIŞê xist
Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin
Dermanê derdê siyaseta Enqereyê li Hewlêrê tê firotan
Etîketan:
yekitiya erdê Sûriyayê, parastina dewleta siyasî, encamnameya fermî, Kongreya Riyadê ya dijbereya Sûriyê, Erebîstana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de