00:45 24 Hezîran 2018
Deniz Baykal

Deniz Baykal ji bo Tahir Elçî li Amedê ye

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Parlamenterê CHPê yê Antalyayê Deniz Baykal ji bo kuştina Tahir Elçî çû Amedê.

Navenda Nûçeyan — Parlamenterê CHPê yê Antalyayê Deniz Baykal ji bo kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî çû Amedê û serdana sersaxiyê li malbata wî kir. Baykal di serdana malbata Elçî de got, divê bûyera kuştina Tahir Elçî wekî bûyerên din veşartî nemine.

Baykal bi parlamenterên CHPê Metin Lutfu Baydar, Yilmaz Ateş û bi Serokê CHPê yê şaxa Amedê Mehmet Sayin re ji bo sersaxiyê serdana malbata Tahir Elçî kir. Baykal di serdana malbata Elçî de ji Turkan Elçî re xemgîniya xwe anî ziman û got, bi kuştina Tahir Elçî li Tirkiyeyê gelek kes xemgîn bûn. Ew qesayetekî aştîxwaz û hiqûsnas bû.

Baykal di berdewamiya axaftina xwe de got, Tahîr Elçî ji bo Tirkiyeyê windabûneke mezin e. Elçî bi prensîbên demokrasi û hiqûqê bawer bû û di her platformê de li dijî şîdet û şerî derdiket.

Bi heman mijarî:

Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
Derbarê kuştina Tahir Elçî de hat xwestin ku 4 polês bên girtin
Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
Kiliçdaroglu: Divê kujerên Tahir Elçî werin eşkerekirin
Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da
Etîketan:
CHP, Mehmet Sayin, Yilmaz Ateş, Deniz Baykal, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de