03:27 24 Sibat 2018
Zindî
    Osman Ocalan

    Ocalan: Barzanî dê li Tirkiyeyê behsa ava kirina Kurdistanê bike

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Siyesetmedar Osman Ocalan Tirkiye ji bo pirsgirekên herême û mijarên pêşeroja kurdan li gel Barzanî binirxîne ziyaretê xwestiye.

    Navenda Nûçeyan — Siyasetmedar û birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Enqerê, ji Basnewsê re axivî Ocalan ragihand ew bawer dike ku Barzanî behsa ava kirina dewleta Kurdî jî bike.

    Ocalan diyarkir ‘Rojhilata Navîn di nav guhertinek mezin de ye hêzên dewletên mezin niha li derya Spî bi çekên xwe yê giran ve hatine dibe şerek mezin jî rû bide. Giring ew e nexşeya nû çawa be û kurd dê di nexşeyê nû de çawa cih bigrin'.

    Ocalan derheqê serdana Mesûd Barzanî ya ji bo welatên kendavê de jî axivî got serdemên di demek wiha de welatên mezin Barzanî weke nûnerê kurdan dibînin.Tirkiye dixwaze nêrîna Barzanî hîn bibe. Gelo di nexşeya nû de wê cihê Kurdan çi be. Di vê mijarê de helwest û nêrîna Barzanî ji bo wan pir giring e.

    Siyasetmedarê kurd Tirkiye di mijara Rojava, Sûriye û pirsgirên kurdên li Tirkiyeyê de jî dixwaze bi Barzanî re bişêwire Ocalan:  ‘Niha muxalîfên Sûriyê li ser pêşeroja vî welatî yekalî dibin û nîqaşan dikin. Ji aliyê din ve li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê têk çûye. Hinek alî dixwazin şerê di nava Tirkiyê û kurdan de mezin bibe. Di van mijaran de teqez wê gotinên Barzanî hebin. Barzanî dikare jibo rawestandina şerê li Tirkiyeyê rolek erênî bigre.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Muslim: ‘Armanca Tirkiyeyê ya sereke parastina têkiliya bi DAIŞê re ye'
    Kurdên Deryaya Spî bi komên çekdar li ber xwe didin
    Iraq: Amerîka di çareseriya krîzê de kêm ma
    Îran li Sûriyeyê êdî dest bi şerê ezmanî jî dike
    Tirkiye bi ala Kurdistanê Barzanî pêşwazî kir
    Etîketan:
    Serdan Barzaniya Tirkiye, Osman Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de