01:53 25 Hezîran 2018
Sewqiyata leşkerî

Artêşa Iraqê: Me kordînatên leşkerên Tirkiyeyê wergirtin

© AP Photo / Ibrahim Usta
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Piştî ku Tirkiyeyê leşker şandin herêma Başîqa ya Mûsilê kriz di nava Enqere û Bexdayê de derket.

Leşkerên Amerîkayê
© AP Photo / Czarek Sokolowski
Navenda Nûçeyan — Piştî ku Tirkiyeyê leşker şandin herêma Başîqa ya Mûsilê kriz di nava Enqere û Bexdayê de derket. Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê cihê ku leşkere Tirkiyeyê lê dimînin bi balafirên keşfe kordînatên wê bi dest xistine.

Çavkaniyekî ji Artêşa Iraqê ragihand ku balafirên keşfe yên Wezareta Parastinê ya Iraqê kordînatên baregeha Tirkiyeyê û hejmara çek û tankan bi dest xistiye û di bin çavderîya balafirên keşfê de ye.

Iraq îdia dike ku hêza leşkeri ya Tirkiyeyê bêyî destûra Bexdayê hatiye herêma Başîka ya Mûsilê. Rêvebiriya Bexdayê daxwaz ji Tirkiyeyê dike ku leşkerên xwe bikşîne û heke ev ne be dê serî li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Bi heman mijarî:

Iraq: Amerîka di çareseriya krîzê de kêm ma
Serokwezîrê Iraqê ji Barzanî rica kir
NATOyê hişyarî da Tirkiyayê: Ji Iraqê derkeve!
Hezên Ewlehiya Iraqê dest danî ser baregeheke DAIŞê
Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, Artêşa ıraqê, Mûsil, IRAQ
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de