00:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Muslim: ‘Armanca Tirkiyeyê ya sereke parastina têkiliya bi DAIŞê re ye'

    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê rewşa li herêmê, bûyerên dawî li Mûsilê bicihbûna leşkerên tirk nirxand û ragihand ku armanca vê helwesta Tirkiyeyê ew e ku bi DAIŞê re têkiliyên xwe biparêze.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê PYDê Salih Muslim ji Anfê re axivî û derbarê rewşa li herêmê û bi taybet li Mûsilê bicihbûna leşkerên tirk de nirxandinên xwe anî ziman.

    Muslim da xuyakirin ku li Mûsilê civandina leşkerên tirk ku di bin kontrola pêşmergeyan de ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi awayekî vekirî serweriya welatekî din binpê kiriye.

    Muslim got: Yên ku digotin, 'Ji ber ku sînorên me, serweriya me binpê kiriye me balafira Rûs xistin xwarê' îro bi awayekî vekirî serweriya welatekî din binpê dikin. Yên ku dema mijar ew bin qala serweriyê dikin, çima wexta leşkerên xwe dixe nava xaka welatekî din, qala serweriya welatên din nakin. Gelo serweriya te heye, lê ya welatên din nîne?'

    'GELO HEDEFA VEGUHASTINA LEŞKERÎ ŞENGAL Û ROJAVA YE?'

    Muslim da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ya bi civandina vê hêza leşkerî re dixwaze pêk bîne, bi temamî ne zelal e û got: ‘Ne diyar e wê li wir çi bikin. Ji aliyekî ve dibêjin em ji bo perwerdeyê çûne, lê li aliyê din li pey hin planên cuda ye. Bi awayekî zelal eşkere nekiriye ku ji bo çi li wir in. Rewşeke tevlîhev heye. Gelo ev veguhastin li dijî Şengal û Rojava hatiye kirin?"

    ‘XISTINA BALAFIRA RÛS PARÇEYEK JI PLANÊ BÛ'

    Muslim diyar kir ku xistina balafira Rûsyayê ji binpêkirina sînor wêdetir, parçeyek ji plana Tirkiyeyê ye ku 2-3 sal in dixwaze komên serbixwe yên li herêma jê re dibêjin 'Çiyayê Tirkmen' bi cih kiriye biparêze û pêşî li çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Sûriyeyê bigire. Muslim anî ziman ku piştî xistina balafira Rûsyayê, hevdîtina Tirkiyeyê bi NATOyê re raxist pêş çavan ku Tirkiye dixwaze pêşî li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê bigire.

    Bomberdûmana hêzên rejîmê û Rûsyayê li cihê jê re dibêjin 'Çiyayê Tirkmen' a li dijî komên El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê, Artêşa Azad û komên Çeçen, Tirkiye gelekî aciz kiriye û di xistina balafira Rûsyayê de bandora vê aciziyê jî heye.

    'ARMANCA BINGEHÎN; PARASTINA TÊKILIYA BI DAIŞÊ RE YE'

    Hevserokê PYDê Salih Muslim destnîşan kir, ku piştî dîmenên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞê de ji aliyê Rûsyayê ve hatin weşandin, baştir xuya bûye ku çima Tirkiye di mijara Cerablûsê de ewqasî israr dike û ragihand ku armanca hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser vê herêmê, parastina bazirganî û têkiliyên din ên bi DAIŞê re ye.

    'ARMANCA CIVÎNA RIYADÊ, REWAKIRINA HIN HÊZAN E'

    Muslim bibîr xist, Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî wezîfeya ‘Tespît bike ku kîjan rêxistinên li Sûriyeyê şer dikin, terorîst in" daye Urdunê û destnîşan kir ku armanca civîna li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê, pûçkirina vî karî ye.'

    Muslim da zanîn ku armanca bingehîn a vê civîna ku PYD û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nehatiye vexwendin, bi rêya hin koman re bicihanîna hin planan e û diyar kir ku beriya biryara Urdun werbigire, hewl tê dayîn hin hêzên li Sûriyeyê şer dikin rewa û qanûnî bên nîşandan.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Deryaya Spî bi komên çekdar li ber xwe didin
    QENDÎL - Kampên PKKê tên bombebaran kirin
    Sindoqa agahiyan a balafira xistî gihişte ber desté Pûtîn
    Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
    Etîketan:
    DAIŞ, Salih Muslim, Tirkiya, Sûrî, Şengal, Ûrdin, Mûsil, Rojava, Rûsya, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de