11:13 23 Hezîran 2018
Evdisemed Dawid

Kurdên Deryaya Spî bi komên çekdar li ber xwe didin

© BasNews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Evdisemed Dawid ku bi mebesta beşdarî semînereke Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bibe çû Amedê û derbarê dîrokçeya Rojava de bi BasNewsê re hevpeyvînek pêk anî.

Navenda Nûçeyan — Siyasetmedar û lêkolînerê Rojava Evdisemed Dawid diyar kir ku li herêmên Lazqiye û deverên navbera Efrînê û Derya Spî hê jî kurd gelek in û hê jî bi kurdî diaxivin.

Dema ku li ser guherînên demogafîk lêkolînên xwe dikirin, Evdisemed Dawid li wê herêmê xwe digihîne şêniyên kurd û bi wan re bi kurdî diaxive. 

Li ser tevgera wan a niha de Dawid wiha dibêje: ‘Li Herêma Laziqiyê û taybet li deverên Çiyayê Kurmênc ê aliyê Laziqiyê hê jî kurd hene û bi kurdî dipeyivin. Ji bo ku axa xwe biparêzin û rizgar bikin ji me xwestin ku em alîkariya wan bikin. Hin ji gundên kurd jî xwe bi rêxistin kirine komên çekdar damezrandine, li dijî rejîmê terorîstan şer dikin û xwe diparêzin.’

Dawid diyaloga kurdên Rojava û Deryaya Spî de jî wiha got: ‘Kurdên Deryaya Spî dixwazin erka xwe ya kurdperwerî bi cih bînin û li gel kurdên Rojava pêwendiyan girêdin. Hê jî diyaloga me bi hev re heye; lê mixabin hêza me ne di wê radeyê de ye ku em dikaribin bi awayekî xurt alîkariya wan bikin. Çend gundên ku rizgar kirine û diparêzin hene, lê gundên wan ên ku hê jî di destê rejîmê de ne û bi zilma rejîmê re rû bi rû ne hene.’

Bi heman mijarî:

Iraq: Amerîka di çareseriya krîzê de kêm ma
Li Endonezyayê erdhej
HDPê derbarê ziyareta Barzanî de çi got?
FLAŞ ÎDIA - Bexdadî ji Tirkiyeyê çû Libyayê
Îran li Sûriyeyê êdî dest bi şerê ezmanî jî dike
Tirkiye bi ala Kurdistanê Barzanî pêşwazî kir
Etîketan:
kurdên Deryaya Spî, Çiyayê Kurmênc, Evdisemed Dawid, Rojava, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de