14:52 19 Sibat 2018
Zindî
    Ayhan Bilgen

    HDPê derbarê ziyareta Barzanî de çi got?

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê bûyerên dawî û ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Yusuf Onal

    Enqere - Ayhan Bilgen derbarê bûyerên dawî û ziyareta Mesûd Barzanî de nirxandinên xwe ji Sputnik Kurdistanê re kir û ragihand ku êdî serdem ji bo Tirkiyeyê gelek krîtîk e.

    Bîlgen got: ‘Di bin têkoşîna li dijî DAIŞê de pratîkên ku Tirkiye pêk tîne wê berdêla wê gelek giran be. Bi tu awayî kes nikare vê rewşê îzah bike.'

    Ayhan Bilgen derbarê ziyareta Mesûd Barzanî û helwesta Tirkiyeyê de axivî û got: ‘Divê Tirkiye li herêmê pratîkên baş pêk bîne û dev ji vê helwesta şaş berde. Tirkiye bi polîtîkayên li dijî gelê kurd dixwaze navbera wan de nakokî û pevçûnan derxe û bi vî awayî dixwaze li herêmê bi bandor be.'

    Bilgen wiha got: ‘Li Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyeyê divê wekê hemû netewên din gelê kurd jî mafê xwe bi dest bixin, hebûna xwe biparêzên û di çarçoveya hiqûqekê wekhev û azad biryara pêşeroja xwe bidin.'

    Ayhan Bilgen diyar kir ku ji bo vê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî jî tê de herkes ji bo dawîbûna şer, êriş û kuştinan wezîfe hilgire ser xwe û berpirsa xwe bi cih bîne û wiha axivî: ‘Divê him êriş û kuştinên li Amedê hem jî stratejiya li Îraq û Sûriyê bibe mijara herkesî û herkes ji bo çareseriyê bixebite.'

    Bilgen ragihand ku dewletên li herêmê hewl didin û dixwazin ku şerê navbera xwe ji ser gelê kurd de bidin meşandin û got: ‘Ev dê zirar bide herkesî.'

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ ÎDIA - Bexdadî ji Tirkiyeyê çû Libyayê
    Îran li Sûriyeyê êdî dest bi şerê ezmanî jî dike
    Li Sûrê şer: Kuştî û birîndar hene
    Medvedev, di weşana zindî de bersiva rojnamevanan dide
    HDP dixwaze bi Barzanî re hevdîtinekê bike
    Li Didîmê keştiya penaberan binav bû: 11 mirî û 13 windayî
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bîlgen, Mesûd Barzanî, Sûrî, Enqere, Tirkiye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de