10:47 22 Hezîran 2018
Balafira rûsî

Îran li Sûriyeyê êdî dest bi şerê ezmanî jî dike

© Foto : Russian Defense Ministry
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serkirdeyekî leşkerî yê Îranî diyarkir ku Îran dê dest bi êrîşên ezmanî li Sûriyê û Iraqê bike.

Navenda Nûçeyan — Serokê hêzên bejayî yê Îranê Emîd Ehmed Riza Bordistan duh jı ajansa (Fars) ragihand ku, Îran bi rola şêwirmendiyê li Sûriyê û Iraqê dike, herwiha got ku Îran dikare hêzên bejayî û ezmanî jî li wan her du welatan bikar bîne.

Derbarê kirîna çekan ji Rûsyayê, Bordistan diyarkir ku Îran mûşekên S 300 ji Rûsyayê kirine û  di dema pêşde hevdîtinên dualî di navbera Rûsya û Îranê de dê birêve biçin û tê de pêvajoya bi kirîna Tank ê T 90 bidawî bibe.

Herwiha Îran bi awayekî fermî beşdariya şerê li Sûriyê red dike, lê Bordistan diyar kir ku, çekdarên Îranî li Sûriyê şer dikin.

Tê zanîn ku di 15 Hizêrana borî de, ajansa (IRNA) ya fermî ragihand dibu hejmara leşkerên îraniyên di şerên li Sûriyê de hatine kuştin gihêştiye 400 kesan.

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Hêvî dikim li dijî DAIŞê hewceyî bi kar anîna çekên atomî namîne
Waliyê Mûsilê: Hêza Tirkiyeyê Mûsil dagir kiriye
Sûriye, êrişa koalisyona navneteweyî ya Dêra Zorê serast kir
BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
ROJAVA - Amerîka balafirxaneyeke leşkerî ava dike
Etîketan:
Tank ê T 90, Mûşekên S 300 ji Rûsyayê, Li Sûriyeê şerê ezmanî, Artêşa Îranê şerê li Sûriyeyê, Emîd Ehmed Riza Bordistan, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de