10:17 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî û Feridun Sinirlioglu

    Tirkiye bi ala Kurdistanê Barzanî pêşwazî kir

    © Foto: rudaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî saet li dora 10.00an gihîşte Enqereyê.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro saet li dora 10.00an gihîşt Enqerê û ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu û şandek pê re hat pêşwazîkirin.

    Barzanî dê îro bi Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu re hevdîtinan bike.

    Her wiha bi Barzanî re Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên di heyeta Barzanî ya serdana Tirkiyeyê de ne.

    Ji aliye din ve ev cara yekemîn e ku Hikumetê Tirkiyeyê bi ala Kurdistanê pêşwaziya şandeke heyeta Herêma Kurdistanê dike.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Mûsilê: Hêza Tirkiyeyê Mûsil dagir kiriye
    160 km ma xaza Kurdistanê bighîjê Tirkiyeyê
    Pêşmerge derbarê aloziyên navbera Tirkiye û Îraqê de daxuyanî da
    Moskova: Me fêhm nekir çima wezareta Tirkiyeyê gazî balyozê me kir
    Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Derva ya Tirkiyeyê, Fuad Husên, Feridun Sinirlioglu, Mesûd Barzanî, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de