15:25 22 Sibat 2018
Zindî
    Newfel Hemadî Sultan

    Waliyê Mûsilê: Hêza Tirkiyeyê Mûsil dagir kiriye

    © Foto: Rudaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Waliyê Mûsilê Newfel Hemadî Siltan li ser hatina hêza Tirk bo parêzgeha Mûsilê ragihand ku, ew hêz dagîrker e.

    Navenda Nûçeyan - Newfel Hemadî Siltan di hevpeyvînekê de behsa wê hêzê kir û rexne li Herêma Kurdistanê girt ku, gerek Hewlêrê, em ji hatina wê hêzê haydar kiribana.

    Siltan di berdewamiya axaftina xwe de got, ew hêz ji Tirkiyê hatiye û hêzeke nû ye. Bê ku muhletê ji Hikûmeta Iraqê werbigre, hatiye navçeyê. Ev yek jî binpêkirina serweriya dewleta Iraqê ye. Em hatina wê hêzê bi bê wergirtina muhleta Bexdayê wek dagîrkirin dibînin. Divê bilez ew hêz ji Iraqê derkeve.

    Xaza xwezayî (suriştî)
    © AP Photo/ / Sergei Chuzavkov
    Hemadî Siltan di dirêjiya axaftina xwe de got, Hikûmeta Iraqê bi min re axivîn û gotin 17ê Mijdarê, hêzeke welatê Tirkiyê li Mûsilê bicih bûye. Min jî pirsî û rast derket ku hêzeke Tirk bi çekên giran hatine parêzgehê. Niha ez dixwazim serdana Bexdayê bikim û ligel Ebadî vê mijarê binirxînin.

    Siltan di dawiya axaftina xwe de got, bi tu awayî nabe tu hêz bêrazîbûna Bexdayê bê nav axa me, eger ew hêz a welatekî dostê me be jî. Bila em hebûna DAIŞ li Mûsilê nekin hêncet, ji ber ku Artêşa Iraqê bi xwe dikare DAIŞê jinav bibe. Va Şengal li ser destên Hêzên Pêşmerge hat rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Iraqê ji Barzanî rica kir
    NATOyê hişyarî da Tirkiyayê: Ji Iraqê derkeve!
    Hezên Ewlehiya Iraqê dest danî ser baregeheke DAIŞê
    Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
    Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê pêşwazî kir
    Etîketan:
    Walitiya Mûsilê, Newfel Hemadî Sultan, Mûsil, Kurdistan, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de