10:59 20 Hezîran 2018
Xaza xwezayî (suriştî)

160 km ma xaza Kurdistanê bighîjê Tirkiyeyê

© AP Photo / / Sergei Chuzavkov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku pêwendiyên Tirkiye û Rûsya ji ber xistina balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve aloz bûn, xaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê bala rayedarên Amerîka û Ewropayê jî kişand ser xwe.

Navenda Nûçeyan — Ji ber vê alozî û kirîzê, êdî rayedarên tirk li dû alternatîfekê ji bo xaza Rûsya û ya Îranê digerin, çimkî pişkek mezin ji xaza Tirkiyê jî ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin.

Yek ji wan alternatîfên girîng, xaza Herêma Kurdistanê ye. Tê plankirin ku Kurdistan heta sala 2018ê bikaribe salane 10 milyar kûp xaz bide Tirkiyê û du salên din yanê sala 2020ê jî salane 20 milyar kûp bide wî welatî.

Şîrketa BOTAŞ, ku tevahiya karûbarên petrol û xaza Tirkiyê birêve dibe, eşkere kiriye ku dê di heyama 2 mehên din de projeya kişandina boriya xaza Kurdistanê bixe mezadê. Boriya xazê heta bajarê Mêrdînê hatiye kişandin tenê 160 km maye boriya xazê ya navbera Tirkiye û Kurdistanê were kişandin.

Kişandina boriya xaza sirûştî ya Kurdistanê bo Tirkiyê, ji Kurdistanê re pir girîng e çimkî nirxa petrolê, ku yekane çavkaniya jiyana gelê Kurdistanê ye, pir erzan bûye, Kurdistan dikare li kêleka hinartina petrolê, xaza xwe jî bifroşe û bi vî rengî kêmbûna bûdceya xwe ji holê rabike.

Bi heman mijarî:

Li platforma petrolê ya Xazarê de teqîn
Pûtîn: Leşkerên ku tev li operasyonên Sûriyayê dibin bila nîşaneya xazîtiyê wergirin
Gazpromê kapasîteya gaza xwezayî ya Herka Tirk bi qasî nîvî daxist.
Gazprom: Hevdîtinen ‘Herka Tirkî' rawestiyan
Gazprom, sewqiyata Tirkiyê dibe li ser Herka Tirkî bê kirin
Etîketan:
BOTAŞ, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de