08:26 22 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge derbarê aloziyên navbera Tirkiye û Îraqê de daxuyanî da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 903 0 0

    Berpirsê Hevrêzî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Hejar Omer got: ‘ Eger navbera Tirkiyê û Îraqê de şer derkeve , Pêşmerge nabe beşek ji wê şerê û xwe pêve mijûl nake.'

    Hewlêr — Wezareta Pêşmarge ya Herêma Kurdistanê derbarê aloziyên navbera Bexda û Enqereyê de daxuyanî da û helwesta xwe diyar kir.

    Berpirsê Hevrêzî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Hejar Omer wiha got: ‘Çend şêwirmendên artêşa Tirkiyayê pêştir li Silêmaniyê û Hewlêrê perwerdeya leşkerî didan Hêzên Pêşmerge. Berî derketina vê arîşeyê jî, leşkerên tirk li sînorê parêzgeha Mûsilê çekdarên Heşda Niştimanî û Polêsê Mûsilê perwerde dikirin. Ji ber wê jî aloziya ku niha heye, ez wek nakokiyeke siyasî dibînim.'

    Hejar Omer got: ‘Di egera şerê navbera Tirkiye û Iraqê de Pêşmerge nabe beşek ji wî şerî û xwe pê re mijûl nake. Ew şerê ku heye jî şerekî ne leşkerî ye, siyasî ye.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
    Davutoglu: Dixwazim serdana Bexdayê bikim
    Rûsya noqava xwe şand qeraxên Sûriyeyê
    Almanya: Em ê li Şengalê 5 nexweşxaneyan ava bikin
    Li Dêrikê Kongreya Sûriyeya Demokratîk dest pê kir
    Tirkiyeyê 9 endamên DAIŞê serbest berda
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge, Hejar Omer, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de