09:54 24 Nîsan 2018
    Alaya Kurdistanê

    PDK-S: 'Kongreya Rimêlanê dê federaliyê ji bo kurdan qebûl bike'

    AFP 2016 Fabrice Coffrini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyayê (PDK-S) Nesredîn Îbrahîm ragehand ku Kongreya Sûriyeya Demokratîk dê federaliyê ji bo gelê kurd qebûl bike.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarokê Rimêlan ê Rojava ji bo muxalefeta Sûriyayê kongreyeke alternatîf tê lidarxistin. Kes û aliyên ku ji bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin dê beşdarî Kongreya Sûriyeya Demokratîk a Rimêlanê bibin.

    Derbarê armanc û ajandaya Kongreya Rimêlanê de Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyayê (PDK-S) Nesredîn Îbrahîm got ku di Kongreya Rimêlanê de wê federalî ji bo gelê kurd were qebûl kirin; herwiha ji bo muxalefeta Sûriyayê dê pêkhateyeke nû were damezrandin.

    Li gorî agehiyên berdest kes û aliyên ku beşdarî vê kongreyê dibin ev in: Hêzên Sûriyaya Demokratîk (YPG û YPJ tê de cih digirin), Eniya Goran, Partiya Komunîst a Sûriyayê, Tevgera Sosyalîstên Ereb, Yekîtiya Erebî ya Sosyalîst, Yekîtiya Suryanî, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd (Ebdulhemîd Hec Derwêş), Partiya Demokrat a Kurd (Nisredîn Îbrahîm), Partiya Demokrat a Kurd (Cemal Mela Mehmûd), Partiya Çep a Kurd li Sûriyayê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê zarokek bi guleyan birîndar bû
    ‘Aqilê dewletê wekî DAIŞê li kuçeyên Dîlokê ye'
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    Di werza nû ya fîlmê Game of Thrones de gelo Jon Snow dijî?
    Li Sîlopiyê zarokekî kêmlebat hate kuştin
    Barzanî: 'Em ji daxwaza serxwebûnê venagerin'
    Etîketan:
    Kongreya Rimêlanê, federalî ji bo gelê kurd, Partiya Çep a Kurd li Sûriyayê, Partiya Demokrat a Kurd, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd, Yekîtiya Suryanî, Yekîtiya Erebî ya Sosyalîst, Tevgera Sosyalîstên Ereb, Partiya Komunîst a Sûriyayê, Eniya Goran, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyayê (PDK-S), Hêzên Sûriyaya Demokratîk, Nesredîn Îbrahîm, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de