07:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Farqîn - polês-panzer

    Li Sîlopiyê zarokekî kêmlebat hate kuştin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hat ragihandin ku zarokê kêmlebat ya bi navê Ferhat Kartal (15) li Sîlopiyê ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin.

    Sîlopî - Hate zanîn ku Kartal, piştî duh êvarê saet di 20.00an de ji mala xwe derketiye, saet derdora 21.00an de di heman taxê de ketiye baxçeya mala Îlhan Baykara. Hate diyarkirin ku polîsên ku li ser riya nexweşxaneyê digeriyan, ji wesayîta zirxî Kartal gulebaran kiriye. Şopên xwîna Kartal û parçeyên goşt ên laşên wî hê jî di baxçeya malê de ye.

    Li gorî nûçeya ANHAyê şahidê bûyerê Îlhan Baykara ragihand ku Kartal di baxçeya mala wî de hatiye kuştin û wiha axivî: ‘Duh êvarê saet derdora 21.00an de dengê çekan hat. Em jî di nav malê de derbasî ciheke ewle bûn. Pişt re bi dehan tîmên taybet bi wesayîtên zirxî bi ser malê de girtin û li malê lêgerînê kirin. Em derxistin derve û devûrû li erdê dirêj kirin. Di wê demê de min dît ku li baxçeyê cenazeyek heye.'

    Baykara da zanîn ku saetekî li erdê dirêjkirî mane û polês nehiştine serê xwe jî rakin û got: ‘Piştre polêsan cenazeyê girtine û birine.' Baykara her wiha diyar kir ku dîwarê mala wî jî bi wesayîtên zirxî hatiye xirabkirin.

    Bi heman mijarî:

    DİHA: Li Sîlopiyê zarokekê 14 salî û diya wê bûn hedefa guleyan
    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
    Li Sûrê guleya bombeavêjê li malekê ket: 13 kes birîndar
    Li Sûrê êriş: 5 zarok birîndar in
    Etîketan:
    Ferhat Kartal, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de