09:09 22 Gulan 2018
    Ala Tirkiyê

    Konsulê tirk bang kir: 'Kurdistan Mûsilê îşxal dike, bila Enqere amade be'

    © AFP 2018 / Ozan Kose
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê Ozturk Yilmaz ragihand, Herêma Kurdistanê dixwaze bajarê Mûsilê jî wek Kerkûkê kontrol bike û ji ber wê yekê daxwaz ji Tirkiyê kir, plana xwe ji bo dema piştî rizgarkirina Mûsilê amade bike.

    Navenda Nûeçayan — Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê Ozturk Yilmaz ku di dema ketina bajarê Mûsilê de, bi xwe û hejmarek karmendên konsulxaneya Tirkiyê wek dîl ketibûn destê terorîstên DAIŞê û piştre bêyî kes were kuştin an jî birîndar be, hatibû berdan, derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê û çarenivîsa wî bajarî piştî derxistina wê ji dest DAIŞê de daxuyaniyên giring dan.

    Ozturk Yilmaz derbarê şandina leşkerên tirk bo Başîkê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de got, eger bajarê Mûsilê ji dest DAIŞê bê derxistin û ji terorîstên DAIŞê were paqijkirin, dê demareke wê rêxistinê were birîn.

    Yilmaz bi gotina kurd hewla dagîrkirina Kerkûk û Mûsilê didin, dilgiraniya xwe li hember wê yekê ku kurd Kerkûk û Mûsilê kontrol bikin, anî ziman û ji ber wê yekê jî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku bo dema piştî rizgarkirina Mûsilê plana xwe amade bike.

    Yilmaz wiha got: "Eger Mûsil ji DAIŞê were paqijkirin, pir giring e û demareke rêxistina terorîstî tê birîn, lê belê plana piştî wê yekê giring e. Gelo dê Mûsil jî her wek Şingalê bikeve bin kontrola kurdan? Ji ber ku ew demek e ku kurd dixwazin Kerkûk û Mûsilê dagîr bikin."

    Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê herwiha da xuyakirin: "Eger Mûsil bikeve bin kontrola kurdan, hinge dê Herêma Kurdistanê bibe xwediyê dewletekê ku xwediyê sînoreke berfireh be. Sînorek mezin li Sûriyê jî ketiye bin kontrola PYDê."

    Ozturk Yilmaz rexne li siyasetên Enqerê girt û got: "Tirkiye amadekariyan dike daku sînorê xelkek din berfirehtir bibe." Ew yek jî wek amajekirin bi pêşhatên wan demên dawiyê ku hêzên kurdî him li Rojavayê û him jî li Kurdistanê bi şikestdana DAIŞê sînorek berfireh a axa Kurdistanê ji dest terorîst rizgar kirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê pêşwazî kir
    Serokwezîrê Iraqê: Petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin
    Dewleta Tirkiye 1400 leşkerên din jî dişîne Iraqê
    Serokwezîrê Tirkiyeyê bersiv da Iraqê!
    Iraqê hişyarî da Tirkiyayê: Iraqê vekişin!
    Iraq: Leşkerê tirk li Mûsilê dagirker e
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, enqere, Kurdistan, Tirkiye, Ozturk Yilmaz, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de