23:18 25 Gulan 2018
Efrîn

Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Rayedarê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyayê (PDK-S) yê li Efrînê îro (07.12.2015) beşdarî bultena kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê bû û got ku ji ber dorpêça li ser herêmê êdî pêwîstiyên jiyanê bi dijwarî peyda dibin.

Navenda Nûçeyan — Endamê Rêvebiriya PDK-Sê yê li Efrînê Ebdirehman Apo ragihand ku komên terorîstî yên DAIŞê ji sê aliyan ve Efrîn dorpêç kiriye.

Apo got ku ji sedî 80 yê xelkê Efrînê daxwaza derbasbûna Pêşmergeyên Rojava dikin da ku xaka Efrîn û Rojava ji komên terorîstî biparêzin.

Rayedarê PDK-Sê diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Efrînê, tiştek ji pêwîstiyên jiyanê li Efrînê nemaye. Herwiha got ku niha werza çinîna zeytûnên Efrînê ye, ji ber ku hemû rê girtî ne, welatiyên deverê nikarin berhemên zeytûnan bifroşin.

Apo derbarê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de got: ‘Em sipasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ji ber vê helwestê berpirsyane, em bi bawer in ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi hemû erkên xwe yên kurdeyatiyê derbarê dorpêçkirina Efrînê de rabe.’

Hêjayî gotinê ye ku ji 25 Mijdarê vir de Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam gundên Tinib, Şiwaxra, Mêremîn, Malkiyê û Aşê Fêsel yên nêzîka herêma Efrînê topbaran dikin. Li hemberî vê topbaranê hêzên YPGê û Hêzên Sûriyaya Demokrat li ber xwe didin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî îro di daxuyaniyeke fermî dorpêça li ser herêma Efrînê ya Rojava bi tundî şermezar kir û ragihand ku ‘tiştê ji dest bê ew ê ji Efrînê re bikin.’

Bi heman mijarî:

Serokê DISIADê: ‘Berê Tirkiyayê mase terk kir’
Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê’ ye
Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê pêşwazî kir
YPGê bîlançoya şerê meha Mijdarê eşkere kir
Dewleta Ereban Kurdistana serbixwe nas dike
Etîketan:
pêwîstiyên jiyanê, Pêşmergeyê Rojava, topbaran, dorpêçî, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyayê (PDK-S), Ebdirehman Apo, Kantona Efrînê, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de