15:45 23 Gulan 2018
    Burç Baysal

    Serokê DISIADê: ‘Berê Tirkiyayê mase terk kir’

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DISIAD) Burç Baysal got: ‘Ji ber qeyrana Suriyayê, pêşiyê Tirkiyayê maseya diyalogê terk kir. Ji bo saxî û silametiya kurdan û tirkan divê her du alî kêliyekê zûtir vegerin ser maseya diyalogê.

    Omer Faruk Baran

    Amed – Serokê DISIADê Burç Baysal li ser şer û pevçûnên careke din destpêkirî ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Baysal got: ’Ji ber bûyerên Sûriyayê, em dikarin bibêjin ku berê Tirkiyayê mase terk kir. Di serî de ji bo Tirkiyayê bûyerên Sûriyayê tiştên normal bûn; lê her ku YPGê bêhtir cih bi dest xwe xistin Tirkiyayê ew wekî talûkeyê dît û mase terk kir. Eger li Sûriyayê lihevkirineke piralî çêbe dibe ku her du alî vegerin ser maseyê. Lê ji bo saxî û silametiya kurdan û tirkan bêyî ku li Sûriyayê binêrin divê her du alî kêliyekê zûtir vegerin ser maseya diyalogê.'

    Tû xêra van şer û pevçûnên ku niha dewam dikin tune

    Baysal bal kişand ser geşedan û pêşveçûnên heyama pêvajoya aştiyê û got: ‘Di pêvajoya aştiyê de 50 saziyên nû tev li komeleya me bûn, geşedanek çêbûbû. Lê ji ber ku şerî careke din dest pê kiriye, tirs û xof ketiye dilê me ku ev geşedan bi temamî têkbiçe. Tirsa me ne tenê ji bo Amedê ye, ji bo hemû bajarên herêmê ye. Nîvê nifûsa heremê li jêrî temenê 24an e û ya rast ew dînamîzmeke mezin e. Bes şer û pevçûnên li heremê vê dinamîzma heyî dikujin. Niha di vê rewşê de em ji dewletê planên geşedan û pêşveçûna aborî naxwazin, berî her tiştî em dixwazin ku li herêma me aştî hebe. Kîjan devera ku lê aştî tuneye meriv nikare behsa pêşveçûn û geşedana aborî jî bike. Tu xêreke van şer û pevçûnên heyî tuneye; ne ji bo kurdan ne jî ji bo tirkan.’

    Karsaz di navbera her du aliyan de mane

    Navçeya Sûrê
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Serokê DISIADê destnîşan kir ew wekî karsaz du navbera her du aliyên şerî de mane û got: ‘Li vê herêma ku salên 90î ditine de gotina rastiyan hinekî zor e. Gotina rastiyan bi taybetî ji bo karsazan bi xwe re gelek arîşeyan jî çêdike. Piştî gotina rastiyan her kes dikare bi rihetî xwediyê gotinê bike hedefa xwe. Eger tu karsaz bî ji ber saziya xwe bi dewletê re hinek têkiliyên te yên organîk çêdibin. Li hêla din jî da ku tu li herêmê bi rihetî bixebitî divê tu PKKê jî wekî muxatabekî bihesibînî. Ji her du alîyan jî sazî dikarin bibin hedef. Da kes nebe hedef û li heremê careke din aştî û aramî çêbe em dixwazin her du alî kêliyekî zûtir vegerin ser maseya diyalogê.'

    Bi heman mijarî:

    Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê’ ye
    Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê pêşwazî kir
    YPGê bîlançoya şerê meha Mijdarê eşkere kir
    Dewleta Ereban Kurdistana serbixwe nas dike
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'
    TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’
    Etîketan:
    geşedan û pêşveçûna aborî, ji bo saxî û silametiya kurdan û tirkan, lihevkirina piralî, maseya diyalogê, omeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DISIAD), Burç Baysal, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de