20:18 27 Gulan 2018
PKK-Murat Karayilan - KCK

KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'

AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

KCKê derbarê li Mûsilê bicihbûna leşkerên tirk de daxuyanî da û bang li Kurdistaniyên li her devera cîhanê dijîn, bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê kir, ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Navenda Nûçeya — Li gorî nûçeya Anfê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê da xuyakirin ku dewleta tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye û û weke pratîkek dagerkeriyê pênase kir. KCKê bang li Kurdistaniyên li her devera cîhanê dijîn re kir ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

KCKê diyar kir, ku bêyî agahiya parlament û gelên tirkiyeyê jê çêbibe, dewleta tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye.

KCKê got: ‘Dewleta tirk a ku ji ber binpêkirina sînor a çend saniyeyan balafira Rûsyayê xist xwarê, bi qasî 2000 leşker, tank û topên xwe, bêyî destûrê ji parlamentên Iraq û Herêma Kurdistanê werbigire, derbasî nava Başûrê Kurdistanê kir. Ev yek nîşan dide ku dewleta tirk li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke şer a dagirker.'

KCKê wiha got: ‘Ji ber ku di nava plana DAIŞê ya dagirkirina Mûsil û Tel Aferê de dewleta tirk bi xwe jî hebû. Li dijî hikûmeta Şîa ya Iraqê, Tirkiyeyê destek daye hêzên Sûnî û DAIŞê ji bo Mûsil û Tel Aferê bi dest bixin. Dema tirkmenên Tel Aferê dihat qetilkirin û bi awayekî komî dihatin koçberkirin, dewleta tirk bi ti awayî helwest nîşan neda. Ev yek jî nîşan dide ku endîşeya dewleta tirk ne tirkmen e. Dixwaze hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê xurt bike, zextê li ser PDKê bike û PDK û PKKê li hemberî hev rake. Dixwaze mîna salên beriya 2000î şer di navbera kurdan de derxîne û têkoşîna gelê kurd a li Bakurê Kurdistanê qels bike.'

KCKê got: ‘Esasê polîtîkaya dewleta tirk a li herêmê, pêşîgirtina li xurtbûna kurdan e'

'DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊKOŞÎNA XWE YA LI HEMBERÎ VÊ DAGIRKERIYÊ MEZINTI BIKE'

KCKê wiha got: ‘Di pêşengiya ciwanan de du sal berê ji bo leşkerên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin têkoşînek hatibû destpêkirin. Têkoşîna derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê pêwîst e mezintir bibe û divê êdî Kurdistan ji belayekê rizgar bibe. Li ser esasê vê têkoşînê derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê wê Başûrê Kurdistanê hê azadtir û demokratîktir bibe.'

KCKê got: ‘Dewleta tirk îro li Bakurê Kurdistanê zilma herî mezin li gel dike. Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê nebe xwedî statuyekê, di serî de DAIŞ, bi her cure hêzên dijminê Kurdan re tifaqê dike. Dewleta Tirk a ku duh Kobanê dorpêç kir, niha jî di serî de Efrîn li her derê li dijî gelê Kurd çeteyan dide êrîşkirin. Pêwîst e tevahî hêzên Kurdistanî destûra ketina Başûrê Kurdistanê nedin hêzên leşkerî yê dewleteke wiha.'

Bi heman mijarî:

KCK: ‘Ensarioglû bi MÎTê re di nav têkîliyê de ye û weke peywirdarê şerê taybet dixebite'
KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'
KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
Serokwezîrê Iraqê: Petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin
Îran: Tirkiye bi şandina leşkeran şaşitiyê dike
Tirkiye: Barzanî qebûl kir paşê me hêz şand Başîkê
Etîketan:
PKK, PDK, Tel Afer, Herêma Kurdistanê, Mûsil, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de