20:23 26 Gulan 2018
Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

Demîrtaş: Hikumetê tiştên rast ji Erdogan re nedigotin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş hefteya borî serdana Amerîkayê kiribû û di axaftina xwe de gotibû, heyeta hikumetê tiştên rast ji Erdogan re nedigotin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş hefteya borî serdana Amerîkayê kiribû û di axaftina xwe de gotibû, heyeta hikumetê tiştên rast ji Erdogan re nedigotin.

Demîrtaş îro li Parlamentoyê pêşwaziya heyeta partiya Syriza ya Yunanîstanê kir. Piştî hevdîtinê di civîna rojanmevanî de axaftina wî ya Amerîkayê ku gotibû, hikumetê agahiyên şaş didan Erdogan jê hat pirsîn û bersivand, ‘mijar jê re bi kurtayî û li gorî kêfa wî digotin. Di pirsgirêka çareseriya kurda de ji çekdanîna PKKê fêhm dike û wekî din naxwaze tiştêkî din fêhm bike.

vajo jê re dihat gotin

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got, ez dibêm heyeta hikumetê agahiyên berfireh nedidan Erdogan. Em bi xwe tevlî hevdîtinên Îmraliyê dibûn û ev ji bo me deskeftiyek bû û em ji hemû kitekitan agahdar bûn. Lê heyeta hikumetê mijar bi kurtî û li gorî ku kêfa Erdogan were jê re digot. Bila şaş neyê fêhmê ku haya wî ji tiştekî tunebû. Belkî jî haya wî ji kitkitan tunebû û di sere wî de bendewariyeke pêvajoyê çêkirin.

Hevserokê HDPê di dirêjiya axaftina xwe de got, derket holê ku derbarê mafên kurdan an jî pirsgirêkên demokratîk yên Tirkiyeyê de tu proje di serê Erdogan de tunene. Digel ku bi heyeta wî re li Îmralî û li Enqereyê çend caran derbarê mijarê de hevdîtin çêbûn paşî got muzakereyên çi hevdîtinên çi. Başe mutebeqata Dolmabahçeyê ji kur derket, ev 10 rêgez ji kur derket in.

Bi heman mijarî:

HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin
HDP: ‘Ji ber ku nemirine tên binçavkirin'
HDP: Rewşa leşkerê ji aliyê DAIŞê ve revandî çi ye?
HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
Baluken: ‘Esadullah dixwaze parlementerên HDPê qetil bike'
Etîketan:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahatîn Demîrtaş, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de