Nisêbîn - Li Nisêbînê kuştin bênavber didome. Herî dawî di encama êrişa polêsan de jina 56 salî ya bi navê Fehîme Akti ji tîmên taybet ve hate kuştin.
Li gorî agahiyên Dîhayê polêsan Aktiyê li taxa Dîcleyê, bi çeka bombeavêj ji sînga wê giran birîndar kirin. Akti, piştî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li vir piştî mudaxaleya lezgîn, Akti rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Akti, tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
2 rojan de 5 kes hatin kuştin
Li navçeyê, bi taybet ji duh ve ye polês êrîşê gel dike. Di encama êrişan de duh 2 kes, îro jî tevî Fehîme Akti 3 kes, bi giştî 5 kes ji aliyê polêsan ve hatin kuştin.
Zarokê 12 salî jî birîndar bû
Di li taxa Firatê jî, di encama êrişa polêsan de zarokê 12 salî yê bi navê M.A., birîndar bû. Ji ber êrişa polêsan, Akman nikarin rakin nexweşxaneyê.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)