02:57 18 Çile 2018
Zindî
    Heyder Ebadî

    Serokwezîrê Iraqê: Petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku, piraniya petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku, piraniya petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin.

    Ebadî li Bexdayê di hevdîtina Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier de ragihand ku, nayê qebûl kirin ku hêza Tirkiyeyê li Mûsilê bimîne. Piraniya petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin û divê ev rêyên qaçax yên li ser Tirkiyeyê ve werin girtin.

    ​Her wiha berê ji Îranê jî piştgirî dabû Rûsyayê û gotibû, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û malbata wî bazirganiya petrola DAIŞê dikin. Sekreterê Konseya Biryarên Munasibî yên Îranê Muhsin Rezaî jî gotibû, wêne û guzergahên firotina petrola

    DAIŞê ku di Tirkiyeyê de diçe di destê me de hene.

    Ji aliye din ve cîgirê şêwirmendê mijarên enerjî a Wezareta Derve ya Amerîkayê Amos Hochstein jî gotibû, DAIŞ li ser rêya Tirkiyeyê sewkiyata petrole dike û ev meblaxeke gelekî jî zêde ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dewleta Tirkiye 1400 leşkerên din jî dişîne Iraqê
    Serokwezîrê Tirkiyeyê bersiv da Iraqê!
    Iraqê hişyarî da Tirkiyayê: Iraqê vekişin!
    Iraq: Leşkerê tirk li Mûsilê dagirker e
    Di şerê li Iraqê de îsal 189 zarok hatine kûştin
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Iraqê, DAIŞ, Serokomarê Tirkiyeyê, Muhsin Rezaî, Frank-Walter Steinmeier, Heyder Ebadî, Bexda, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de