13:07 22 Çile 2018
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Serokê Heşda Şebî gef li hêza tirkan xwar

    © AFP 2018/ Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Heşda Şebî Hadî Amirî gef li hêza tirk a ku çûye parêzgeha Mûsilê xwar û got, heke Tirkiyê tankên xwe venekişîne em ê hemûyan têk bibin.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Heşda Şebî Hadî Amirî gef li hêza tirk a ku çûye parêzgeha Mûsilê xwar û got, heke Tirkiyê tankên xwe venekişîne em ê hemûyan têk bibin.

    Emîndarê Rêxistina Bedir a şîeyan û serokê rêxistina Heşda Şebî Hadî Amirî li Zanîngeha Mustenseriye ya Bexdayê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa rewşa ewlehiyê ya Iraqê û hatina hêza tirk bo parêzgeha Mûsilê kir.

    Amirî derbarê çûyîna hêza tirk de ragihand ku, dagîrkirina axa Iraqê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bê bersiv nabe, em ê bi hemû awayekî rûbirûyê wan bibin. Em fêm dikin ku projeyeke herêmî heye bo perçekirina Iraqê, lê bi hêviya Xwedê ew proje dê bişke.

    Amirî gef li Tirkiyê xwar û got, hûn tankên xwe ji Mûsilê venekişînin em ê wan bişkînin, ji ber ku hûn ji Amerîka ne bihêztir in. Em mafê xwe bi şûr distînin. Balafira rûsî 7 saniyeya ket qada we, wê xist xwarê, çawa hûn rê didin xwe ku tankên xwe bînin nava axa Iraqê.

    Wî fermandarê şîe di gotara xwe de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku, tundtir bersiva Tirkiyê bide û tekez kir ku hêncetên Tirkiyê bo derbaskirina sînor nayên qebûlkirin.

    Herwiha daxwaz ji xelkê Iraqê kir ku, roja Înê li dijî destêwerdana Tirkiyê derkevin xwepêşandanan.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî ji malekê 13 kes kuştin
    Heşda Şeibî dîsa peyman şikand û kurd revandin
    XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
    Ji YNKê bo Heşda Şeibî: ‘Hûn berpirsiyarên can û malên kurdan in'
    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'
    Heşda Şeibî çawa hate Kurdistanê û budçeya wê çiqas e?
    Etîketan:
    Heşda Şebî, Artêşa Tirkiyeyê, Hadî Amîrî, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de