03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hekem Xelo

    Kantona Cizîrê: 'Divê dewleta tirk bi lez û bez xaka Kurdistan biterikîne'

    © Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 302 0 0

    Hevserokê Meclîsa Zangonsaz a Kantona Cizîrê Xelo got: ‘Dewleta tirk li Herêma Kurdistanê û Mûsilê dagirker e. Divê dewleta tirk bi lez û bez xaka Kurdistanê û xaka Iraqê biterikîne.'

    Kantona Cizîrê — Hevserokê Meclîsa Zangonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo derbarê li Mûsilê bicihbûna leşkerên tirk de axivî.

    Li gorî nûçeya Anfê Xelo ev rewş weke 'gefek li hemberî berjewendiyên kurdan' pênase kir û got: ‘Artêşa tirk li wê derê di rewşeke dagirkeriyê de ye.'

    Xelo da xuyakirin ku dewleta tirk ji destpêka damezrandina xwe û vir ve li ser înkarkirina gelê kurd siyasetê dimeşîne û da zanîn, ku ji bo li Rojavayê rêveberiya xweseriya demokratîk bi cih neyê, bi destê xwînrijan timî êriş kiriye û hêjî berdewam dike.

    Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê
    © Foto: Rûdaw
    Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê

    Xelo got: ‘Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku dewleta tirk timî dixwaze destketiyên gelê kurd ji holê rake. Dewleta tirk ji dema avabûna xwe û vir ve polîtîkayek li ser dijberiya Kurd meşand. Ji ber vê yekê jî bi destê çete û rêxistinên terorê DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam timî êrîşî Rojava dike.'

    Xelo da zanîn ku dewleta tirk gava encam bi dest nexist bi awayekî fiîlî hewl dide leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê bi cih bike û ev xal destnîşan kir:

    ‘Xuya ye êrişên ku bi destê çeteyan dike, têra vê dewletê nake. Êdî bi awayekî fiîlî êrişên leşkerî pêk tîne. Bi zêdekirin û mezinkirina leşkerên tirk ên ji sala 97an û vir ve li Herêma Kurdistanê ye, dixwaze pêşî li destketiyên gelê kurd bigire. Divê dewleta Tirk tavilê ji xaka Kurdistanê û Iraqê derkeve.'

    Bi heman mijarî:

    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    Dewleta Tirkiye 1400 leşkerên din jî dişîne Iraqê
    Serokwezîrê Tirkiyeyê bersiv da Iraqê!
    Îran: Tirkiye bi şandina leşkeran şaşitiyê dike
    Tirkiye: Barzanî qebûl kir paşê me hêz şand Başîkê
    Îran: Em ê îspatên sewqiyata petrola DAIŞ û Tirkiyeyê eşkere bikin
    ‘Leşkerên Tirkiyeyê derbasî Mûsilê bûn'
    Etîketan:
    El Nusra, Ehrar El Şam, DAIŞ, Hekem Xelo, Tirkiye, Mûsil, Kantona Cizîrê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de