07:57 23 Gulan 2018
    Navçeya Sûrê

    Mizgefta dîrokî hate şewitandin

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sûrê Mizgefta Kurşunluyê ku duh bibû hedefa bombeavêjên, îro mizgeft û malek ji aliyê polêsan ve hatin şewitandin.

    Xwepêşandan û polês
    © Foto : Ömer Faruk Baran
    Amed - Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja 6emîn de qedexe û êriş berdewam dikin. Duh Mizgefta Kurşunlu ya dîrokî bibû hedefa polêsan û îro jî him mizgeft him jî malek di encama bombeavêj û gulebarana polêsan de şewitîn.
    Hat ragihandin ku polêsan destûr nedane ku tîmên agirkuj biçin cihê buyerê û wesayîtên agirkuj li Qada Şêx Seîd tên rawestandin.
    Her wiha li taxa Hasirliyê di encama bombeavêjên polêsan de malek şewitî û di dema agir bi malê diket dengê zarokên di hundir de dihat. Piştî hewldanek dûvdirêj zarok ji aliyê welatiyan ve ji mala ku şewat derket, hatin derxistin.
    Hate hînbûn ku li Mizgefta Kurşunlu û mala agir pê ketî şewat didome.

    Bi heman mijarî:

    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
    Li dijî qedexeya Sûrê çalakî
    Li Sûrê guleya bombeavêjê li malekê ket: 13 kes birîndar
    Bi hezaran kes ji bo Sûrê dest bi meşê kir
    Li Sûrê zarokek û jinek hatin kuştin 4 kes jî birîndar bûn!
    Qedexeya derketina ji malan li ser navçeya Sûrê rabû
    Etîketan:
    Mizgefta Kurşunliyê, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de