23:08 25 Gulan 2018
Kobanê

PDKSê serdana rêveberiya Kantona Kobanê kir

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Heyetek ji PDKSê ku sekreterê partiyê Cemal Şêx jî tê de, serdana rêveberiya Kantona Kobanê kirin.

Kobanê - Heyeta ku ji Serokê PDKSê û endamên partiyê pêk dihat ji aliyê Serokê meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed û serokên desteyan û cîgirên wan ve, hat pêşwazîkirin.

ANHAyê ragihand ku di dema serdanê de Enwer Muslim lidarxistina 10. kongreya wan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Di serdanê de her wiha Sekreterê PDKSê Cemal Şêx Baqî jî diyar kir ku rola rêveberiya xweser di serkeftina kongreya wan de pir mezin bû û destnîşan kir ku di vê dema hestyar de divê kurd yekgirtina xwe xurt bikin. Baqî da zanîn ku lidarxistina kongreya wan li Kobanê ji bo wan cihê serbilindî û şerefê ye.

Enama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed jî di serdanê de axivî û got ku jina Rojava di sîstema Rêveberiya xweser de, pêşengiya civakê ji aliyên siyasî, civakî û leşkerî ve kir.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, di navbera herdu aliyan de civîneke ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Tê zanîn ku  PDKSê kongreya xwe ya 10. li Kobanê lidar xist. Kongre 3 rojan dom kir û tê de Cemal Şêx Baqî careke din weke sekreterê partiyê hat hilbijartijn.

 

Bi heman mijarî:

Îro 10. Kongreya PDKSê hat lidarxistin
Altan Tan: Divê kurd biratiyek xurt di nav xwe de ava bikin
Hêza hevpeyman baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir
Etîketan:
PDKS, Rûken Ehmed, Cemal Şêx Baqî, Enwer Muslim, Kobanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de