15:50 23 Gulan 2018
    Altan Tan

    Altan Tan: Divê kurd biratiyek xurt di nav xwe de ava bikin

    © Sputnik / Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan: kurd li hember zordestiya desthilatdariyên welatên derdora xwe divê hêzên xwe bikin yek û gele kurd fêrî tehamula hev bibin û bihevre tev bigerin.

    Navenda Nûçeyan — Kongreya Demokratîk a Îslamî (DÎK), li Amedê Navenda Çand û Huneriya Cegerxwin li ser mijara di îslamê de ol û baweriyên cuda, ligel civaknas, nivîskar û siyasetmedaran panelek da. Di panelê de, hat ragihandin ku, li gor destûra îslamê civak bi pir rengî hatiye afirandin û yekperestî li dijî derketina fermanên Qûr-ana Pîroz e

    Parlamenterê HDPê Altan Tan got: 'Pirsgirêka yekperestî li hemû cihanê heye, lê bi kêmasiyan xirîstiyanan çanda jiyana bihevre ava kirine, divê îslam jî jiyana bihevre çareser bike'.

    Tan, bal kişand ser dîroka kurdan ku tijî birakûjî ye û got: 'Divê kurd jî fêrî tehamula hev bibin Li Herêma Kurdistanê hêzên li wir ketine hev Serokê Parlamentoyê îro nikare bikeve Hewlêrê. Heman tişt li Rojava û Bakûrê Kurdistanê jî heye. Tan herwiha ragihand hêzek ango rêxistinek ger çek û hêz bixê destê xwe mafê yên din tune dike. Divê Kurd dev ji vî tiştî berdin û biratiyek xurt ava bikin'.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên DBPê ya Erziromê hatin binçavkirin
    Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Serokwezîrê Tirkiyeyê bersiv da Iraqê!
    Komên terorîst êrişî taxên kurdan kirin: 4 birîndar
    Etîketan:
    Demokratîk Îslam Kongresî, Altan Tan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de