14:32 26 Gulan 2018
Ebû Musa

Artêşa Sûriyeyê: Li Çiyayê Kurmênc fermandarekî çeçeni yê El Nûsrayê hat kuştin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Artêşa Sûriyeyê li bakûrê rojhilatê bajarê Lezqîyeyê li herêma Çiyayê Kurmênc fermandarekî çeçeni yê El Nûsrayê hat kuştin.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê li bakûrê rojhilatê bajarê Lezqîyeyê li herêma Çiyayê Kurmênc fermandarekî çeçeni yê El Nûsrayê hat kuştin û artêşa Sûriyeyê li herêmê kontrola 20 gundan bi dest xist û bi piştgiriya êrişên balafirên rûsî bi pêş dikeve. Hêza Sûriyeyê ev çend roj in ji bo ku herêmê ji Artêşa Azad û ji El Nûsrayê paqij bike operasyonên mezin dike.

Operasyona ku bi hezaran leşkerên Sûriyeyê tev lê bûne di navbera wan û rêxistinên terorîst de şerêkî dijwar diqewime. Di pevçûnan de fermandarê çeçeni yê El Nûsrayê Ebû Musa û 8 terorîstên din hatin kuştin û milîtanên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Hatayê.

Piştî Çiyayê Kurmênc hedef İdlîb e

Ebû Musayê çeçenî 2 sal berê ji Çeçenîstanê çûbû Sûriyeyê û tev lê terorîstên El Nûsrayê bibû. Her wiha Artêşa Sûriyeyê çend roj berê fermandarekî Artêşa Azad Muhammed Salim Cavlak jî kuştibû.

Rêvebiriya Şamê 3 sal berê kontrola Çiyayê Kurmênc winda kiribû. Li gorî zanyariyên berdest Artêşa Sûriyeyê pêşî wê temamê herêma Çiyayê Kurmênc bi dest bixe û paşî jî ji bo ku İdlîbê ji destê Artêşa Fethê derxînê wê dest operasyonê bike.

Bi heman mijarî:

TAYBET - PYD: El Nûsra û Ehrar uş-Şam bi fermana Tirkiyayê êrişî Efrînê dikin
DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
Serokê El Nûsrayê li Ûkraynayê hat girtin
Rûsya: 'Li Sûriyeyê me li 237 hedefên DAIŞ û El Nûsrayê xist'
Etîketan:
Artêşa Azad, Artêşa Sûriyeyê, El Nûsra, Ebû Musa, Muhammed Salim Cavlak, Çiyayê Kurmênc, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de