03:09 26 Gulan 2018
Tahir Elçî

Dîmênên nû yên kuştina Elçî şika suîqestê zêde dike

© REUTERS / Sertac Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Derketina dîmênên nû yên kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, pêvajoya lêpirsînê guherand.

Navenda Nûçeyan — Derketina dîmênên nû yên kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, pêvajoya lêpirsînê guherand.-

Di lêpirsîna kuştina Tahir Elçî de 2 vîdyoyên ku ji terefê Miduriyeta Ewlehî ya Amedê ve hatine kişandin hatin bi dest xistin.

Li gorî nûçeya Kemal Goktaşê rojnameya Cumhuriyetê nûveyên ku hatin bi dest xistin de dibêje, guleya ku berdane Elçî ji kolana minareya çar ling hat berdan, lê îhtîmala herdu polêsên ku li ber wesayîtê gule berdabin Elçî zeîf xuya dike. Êrişkerên ku polês kuştin û ketin kolana minareya çar ling jî gule bernedan. Dema ev herdu îhtîmal ji holê radibin, tenê îhtîmala ku ji cihekî din bi suîqestê hatibe kuştin derdikeve pêş.

Di dîmênan de êrişkerên ku polêsan dikujin û dikevin kolana Yanîkapiyê hetanî 7 —8saniyeyan jî tu polês li pey wan xuyanake û di vê navberê de herdu êrişker jixwe gihîştibûn texma minareye. Polêsên ku li pey êrişkeran hatin gule bernedan û di dîmênan de êrişker jî gulê bernadin ev jî tiştekî din tîne holê ku gule ji terefê hinekê din ve hatibe berdan.

Di dîmênên nû de dema êrişkerê pêşî ji Elçî derbas dibe Elçî dikeve erde. Ev jî hem îhtîmala Polêsên ber wesayîtê û hem jî îhtîmala êrişkeran ku gule berdabin Elçî kêm dike. Çimkî dema êrişkerê pêşî ji Elçî derbasbû berê herdu polêsan li jorê bû.

Bi heman mijarî:

Turkan Elçî: Rihê min jî li ber be ezê vê dozê bişopînim
Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
Bekir Bozdag: ‘Dibe ku yek ji polêsan Elçî kuştibe'
Pîrên Elewî: Di şexsê Tahîr Elçî de xwestin guleyê berdin aştiyê
Derbarê kuştina Tahir Elçî de hat xwestin ku 4 polês bên girtin
Etîketan:
Tahir Elçî, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de