12:52 27 Gulan 2018
Ahmet Davutoglu û Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê vê hefteyê tê Enqereyê

© Foto : warmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku vê hefteyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê were Enqereyê.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku vê hefteyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê were Enqereyê.

Çawuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, hatina Mesûd Barzanî ji bo 4ê Berfenbarê hatibû plankirin, lê çûna leşkerên Tirkiye bo Mûsilê ev serdan bi paş xist.

Mevlut Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, hebûna me li Iraqê ne tiştekî veşartiye. Rêvebiriya Bexdayê di bin bandora welatên din de dimîne. Ji herkesi bêtir me rêz li axa Iraqê girtiye. Projeya Mertala Moşekî ji bo hilberînê me betal kir. Em piştgiriya politikaya mezhebi ya Îranê nakin û divê dev ji van gotinên bê bingeh berde. Îran cîranê me ye, em dixwazin baş bin lê em dev ji prensîbên xwe bernadin.

Çavuşoglu di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser keştiya rûsî ya delavê û got, diyare bê çawa keştiyên şer wê di delavê de derbas bibin. Derbasbûna keştiyê bi vî awayî rasterast tehrîk e. Em bi sebr in lê heta dawî ev wiha nadome. Divê êdî Rûsya vê qebûl bike, dema canê wan bixwaze nikarin qada me ya hewayî îhlal bikin.

 

Bi heman mijarî:

Barzanî şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyayê pêşwazî kir
Tirkiye: Barzanî qebûl kir paşê me hêz şand Başîkê
Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
Barzanî ji Erebistanê vegeriya Kurdistanê
Mîrê Erebistanê digel 20 rayedarên xwe Barzanî pêşwazî kir
Etîketan:
Wezareta Derva ya Tirkiyeyê, HHK, Mevlut Çavuşoglu, Mesûd Barzanî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de