06:37 24 Çile 2018
Zindî
    Balafir

    Hêza hevpeyman baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavdêra Mafên Mirov ya Sûriyeyê destnîşan kir ku hevpeymana navneteweyî li Dêra Zorê baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir.

    Beşar Esad
    © AFP 2018/ LOUAI BESHARA
    Navenda Nûçeyan — Çavdêra Mafên Mirov ya Sûriyeyê destnîşan kir ku hevpeymana navneteweyî li Dêra Zorê baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî çavkaniyekî ji Şamê di encama bombebaranê de 4 leşkerên artêşê hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

    Rêxistina mafê mirov ku navenda wê li Londraye ragihand ku balafirên hevpeymana navneteweyî ya di pêşengiya Amerîkayê de Li Dêra Zorê li baregeheke artêşa Sûriyeyê xist. Piraniya bajarê Dêra Zorê di destê rêxistina DAIŞê de ye.

    Her wiha çavkaniyekî ji hikumeta Sûriyeyê daxuyaniyek da ajansa RİA Novostiyê û got, êrişa hewayî ya hevpeymana navneteweyî li Dêra Zorê baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir û li gorî zanyariyên destê me 4 leşker hatin kuştin, 16 leşker birîndar bûn û 2 tank jî rûxandin.

    Sûriye ev êriş e

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bûyera êrişê serast û şermezar kir. Li gorî daxuyaniya wezaretê kut ê gotin, 4 balafirên hevpeymanê bo 9 moşekan êrişî baregeha artêşê dikin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 13 leşker jî birîndar bûn.
    Her wiha rêvebiriya Şamê ji bo êrişa hewayî ya ser artêşa xwe 2 nameyên şikâyete ji Lijneya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re şandin.

    Amerîkayê derewand

    Ji aliye din ve Amerîkayê êrişa ser artêşa Sûriyeyê derewand. Nûnerê hêza hevpeyman Steve Warren diyar kir ku, me nûçe dît lê duhî li Dêra Zorê me tu operasyon nekirin. Me tenê li cihekî ku 55 kîlometro ji Dêra Zorê dûr da. Her wiha Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk jî ji hisabê xwe yê Twitterê heman daxuyaniyek da.

    Bi heman mijarî:

    Ji Demîrtaş bo Obama pêşniyara Sûriyeyê
    Erdogan bersiva Rûsyayê da: Çi kare we li Sûriyeyê heye?
    Li Sûriyeyê 15 pasdar û besîcên îranî hatin kuştin
    Li Sûriyeyê bi çekan êrişî rojnamevanên rûsî kirin
    OPCW: Li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
    Etîketan:
    Çavdêra Mafên Mirov ya Sûriyeyê, Hevpeymaniya Navdewletî, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de