02:00 21 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên tirk

    Dewleta Tirkiye 1400 leşkerên din jî dişîne Iraqê

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên ku hatin bi dest xistin Tirkiye dixwaze 1400 leşkerên din jî bişîne devera Başîkê ya Mûsilê.

    Navenda Nûçeyan — Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê jî dibêje, hêzên tirk tenê ji bo perwerdekirina pêşmerge neçûne wir.

    Piştî ku derket holê Tirkiyê hêza leşkerî şandiye devera Başîkê ya Mûsilê, alozî û dengek mezin li nav rayedarên Iraqê, hinek hêz û welatên din yên deverê de derket.

    Herî dawî, hikûmeta Iraqê ji Tirkiyê xwest ku hêza xwe di nava 48 saetan de ji xaka Iraqê derxîne. Serokwezîrê Tirkiyê jî ragihand, heta hesasiyeta Iraqê ji holê ranebe ew hêz naşînin Iraqê.

    Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê vê agahiyê piştrast dike ku Tirkiye dixwaze hêzek din jî bişîne devera Başîkê ya Mûsilê. Li gorî jêderekî, niha derdora 150 leşkerên tirk li Başîkê hene ew jî ji bo çêkirina kampa leşkerî çûne wir çimkî Tirkiye dixwaze 1400 leşkerên din bişîne wir.

    Wî rayedarî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, her wiha da zanîn ku Amerîka li hember bikaranîna bingeha Încîrlikê ya Tirkiyê razî bûye ku Tirkiye hêz bişîne Iraqê.

    Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê jî li ser vê yekê got, hêzên Tirk li ser daxwaza parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî û Tirkiyê li devera Başîkê bicîh bûne.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyeyê bersiv da Iraqê!
    Karsazên Tirkiyeyê dixwazin bi Rûsyayê re hevdîtinê bikin
    Îran: Tirkiye bi şandina leşkeran şaşitiyê dike
    Îran: Em ê îspatên sewqiyata petrola DAIŞ û Tirkiyeyê eşkere bikin
    ‘Leşkerên Tirkiyeyê derbasî Mûsilê bûn'
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Mûsil, IRAQ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de