18:02 13 Kanûn 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Em alîkariyê didin kurdan

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Sûriyê Esad got: Ew alîkariya hêzên kurd li Sûriyê dikin ji ber ku artêşa Sûriyê nikare biçe her devereke Sûriyê û got ku li ser piştgiriya wan bo hêzên kurd li Sûriyê belge hene.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Sûriyê Beşar Esad di hevpeyvînekê de bi rojnameya The Sunday Times a brîtanî re ragihand: "Kurd li kêleka artêşa Sûriyê şer dikin lê li navçeyê ku tê de ne.

    Hêzên kurd ji ber ku welatiyên Sûriyê ne bi awayekî sereke piştgiriyê ji Artêşa Sûriyê distînin û belge li cem me hene ku me çek ji wan re şandine. Ji ber ku em nikarin artêşê bişînin her devereke Sûriyê û me ev yek ne tenê bi kurdan re kiriye herwiha em alîkariya aliyên din jî dikin."

    Li hemberê vê yekê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku PYDê jî li xwe digire ragihand ku wan ti caran daxwaza piştgiriyê ji hikûmeta Sûriyê nekiriye û got ku ew hertim daxwaza guhertina desthilata Sûriyê dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Çûna Esad dê li Rojhilata Navîn rewşê aloztir bike
    Brîtanya: Tenê Pûtîn dikare Beşar Esad qanih bike
    Rûsya: 'Em nikarin bêjin bila Esad here an jî bimîne'
    Erebîstana Siûdî: Li pêşiya Esad 2 vebijark hene
    Esad: 'Bi sayeya Rûsyayê de terorîst kom bi kom ji Sûriyeyê vedikişin'
    Etîketan:
    rojava, Kurd, TEV-DEM, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de