18:01 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Iraqê hişyarî da Tirkiyayê: Iraqê vekişin!

    © AFP 2017/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Dewleta Iraqê ragihand, leşkerên Tirkiyê bê destûra hikûmeta navendî derbasî nav axa Kurdistanê û Iraqê bûne û ji ber wê dema 48 saetan muhlet da ku xwe ji axa Iraqê vekişînin.

    Navenda Nûçeyan — Encumena Wezîran a Iraqê îro derbarê civîna Encumena Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê ya bo gotûbêjkirina hatina leşkerên Tirkiyê bo nav axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pirsa destwerdana leşkerî ya Tikriyê di nav axa Iraqê de hat gotûbêjkirin û bi hemû awayî ew yek hat redkirin."

    Li gor daxuyaniyê, herwiha Encumena Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê tekez kir: "Hêza Tirkiyê bê destûr û razîbûna Iraqê hatine nav axa welatê me û Hikûmeta Iraqê agahdar nekiriye. Ji ber wê jî em wê pêngavê wek rêznegirtin ji serweriya Iraqê û rêznegirtin ji welatên cîran dibînin."

    Di civînê de herwiha wiha biryar hat dan: "Bexda ew maf heye ku hemû rêkaran li dijî Tirkiyê bi kar bîne. Di nava wan de jî penahbirin bo Encumena Asayişa Navdewletî, eger ku di dem a48 saetan de Tirkiye wê hêza xwe nevekişîne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Leşkerê tirk li Mûsilê dagirker e
    Di şerê li Iraqê de îsal 189 zarok hatine kûştin
    IRAQ - Wezîrekî kurd ji kar hat dûrxistin!
    Qubad Talebanî: Hikumeta Iraqê pêşketina Kurdistanê naxwaze
    Li Iraqê êrîş: 5 mirî 15 kes jî birîndar bun
    Etîketan:
    Encumena Asayişa Navdewletî, leşker, Tirkiye, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de