07:41 23 Hezîran 2018
Sûriye, şerê navxweyî

Komên terorîst êrişî taxên kurdan kirin: 4 birîndar

© REUTERS / Ammar Abdullah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Komên terorîst careke din êrişî taxa Şêx Meqsûd kirin û 4 welatiyên kurd birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê hatine bi dest xistin, îro komên terorîst ku taxa Şêx Meqsûd dorpêç kirine bi topên hawan û rokêtan taxê topbaran dikin û di encamê de 4 welatyên kurd birîndar bûne ku yek ji wan jî zaroke.

Herwiha heman çavkaniyan anîn ziman piştî wê topbaranê şer û pevçûnên di navbera şervanên kurd û wan gruban de qewimî.

Beriya çend rojan û piştî şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Eniya El Nûsra de li taxa Şêx Meqsûdê piştî ketina çend qurbaniyan, herdu alî rêkeftineke rawestandina şer kiribûn.

Taxa Şêx Meqsûd li bakurî bajarê Helebê ye û piraniya runiştvanên wê kurd in û car caran şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û komên terorîst li wê herêmê diqewime

Bi heman mijarî:

DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
El Nusra li Helebê êrîşê kurdan kir: 3 mirî 40 kes jî birîndar bun
El-Nusra êrişî taxên Helebê kir
Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
Artêşa Sûriyeyê, li Helebê 50 gund ji destên terorîstan derxist
Etîketan:
El Nûsra, YPG, Taxa Şêx Meqsûd, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de