23:52 20 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, tîmên taybet, şer û pevçûn li Sûrê

    Li Amedê şer û pevçûn

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50001

    Gelê Amedê ji bo dorpêç û qedexeyê bişkîne ber bi Sûrê ve meşiyan rastî êrîşa hatin. Piştî êrişa navbera gel û polêsan şer û pevçûn derket.

    Navenda Nûçeyan - Gelê Amedê ku parlamenter jî di nav de xwest bimeşin Sûrê rastî astengiya polêsan hatin.

    Girseya gel ku parlamentere Amedê jî di nav de ji bo şermezarkirina êrişên hêzên dewletê yên ser navçeya Sûrê xwestin bimeşin rastî astengiya polêsan hatin.

    Rêveber û nûnerên HDP, DBP ên bajar û navçeyan, pêkhateyên KJA û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kesên li Meydana Îstasyonê ya Amedê civiyan, xwestin ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin, lê belê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.

    Piştî vê çalakiyê girseya gel hewl da bi rêyên cuda biçe Sûrê, lê polêsan bi bombeyên gazê êrîş kirin.

    Piştî ku polêsan êrîşî girseya gel kirin, gel li Koşûyolû, Ofîs û Oryilê civiya û xwe li hemberî êrişan parast. Ji taxan dengê dijwar ê teqînan tê.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê şer: 2 kuştî û 8 birîndar
    Li navçeyên Licê û Hezro qedexeya derketina ji malan hat rakirin
    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
    HPGê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kirin
    Li dijî qedexeya Sûrê çalakî
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de